Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li Helsînkê hate protestokirin
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser xaka Rojava tên protestokirin. Kurdisatanî û dostên wan li paytext Helsnîk a Fîlandiyayê kom bûn, bi çalakiyekî êrîş protesto kirin.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser xaka Rojava tên protestokirin. Kurdisatanî û dostên wan li paytext Helsnîk a Fîlandiyayê kom bûn, bi çalakiyekî êrîş protesto kirin.
Êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a li ser Efrînê li Ewropa tê protestokirin. Kurdisatanî û dostên wan li paytext Helsnîk a Fîlandiyayê kom bûn, bi çalkaiyekê êrîşên dewleta Tirk a li ser xaka Rojava tên meşandin şermezar kirin.
Di axaftinên di çalakiyê de hatin kirin bal kişand serî de operasyonên DYA û hêzên navneteweyî yên ku bi armanca paqijkirina çeteyên DAIŞ’ê ji Mûsil û herêmên din ên li Rojhilata Navîn tên meşandin, dewleta Tirk ji bo çeteyên DAIŞ’ê birevin rêyên hevkariyê dikin.
Hat diyarkirin ku dewleta Tirk a ku beşdarnebûna operasyona Mûsilê de weke hincet dide nîşandan û êrîşî xaka Rojava dike.
Di axafinande hate gotin ku ew vê rewşê qebûl nakin.
Di çalakiyê de dirûşmên mîna “Tirkiye ji Rojava derkeve”, “DAIŞ’=Tirkiye” , “Bijî Berxwedana Rojava û YPG/YPJ’ê” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.