'Em ê li dijî pergala kedxwariyê serî rakin'

Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko û Hevserokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen dan xuyakirin, ku wan dest ji daxwaza xwe ya Taksîmê bernedane û destnîşan kirin, ku ew ê sala bê pîrozbahiyan li Taksîmê pêk bînin.

Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko û Hevserokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen dan xuyakirin, ku wan dest ji daxwaza xwe ya Taksîmê bernedane û destnîşan kirin, ku ew ê sala bê pîrozbahiyan li Taksîmê pêk bînin. Beko û Ozgen beriya pîrozbahiyên 1'ê Gulanê ji ANF'ê re axivîn û diyar kirin, ew ê li dijî vê sîstema kedxwariyê û li hemberî zîhniyeta dij bi şoreşgeriyê serî rakin.

'DI 1'Ê GULANA 2017'AN DE EM Ê LI TAKSÎMÊ BIN'

Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko da xuyakirin, ku çîna karker di nava şert û mercên gelekî zehmet de 1'ê Gulanê pêşwazî dike û got, "Hikûmeta AKP'ê dixwaze destketiya sedan salan a karkeran tazmînate qimedê rake, xebata vezelokî ku em jê re 'rêbaza li derveyî serdemê' dibêjin bi cih bîne, hevalên me yên karker mîna koleyên Serdema Navîn bifiroşe buroyên kar ên taybet, karkerên jin jî bi 'Paketa Malbatê' di nava malê de rabigire."

Beko da zanîn, ew ê li dijî vê pergala kedxwariyê û zîhniyeta dij bi şoreşê serî rakin û anî ziman, ku ew ê li qadên 1'ê Gulanê nîşan bidin ev welat dewleteke laîk, demokratîk, civakî û hiqûqê ye. Beko got, "Beriya her tiştî em ê li dijî şerê li welatê me, li Rojhilata Navîn û cîhanê, dengê aştiyê bilind bikin" û 1'ê Gulanê Roja Yekîtî, Piştgirî û Têkoşînê li çîna karker a Tirkiyeyê û hemû kedkarên cîhanê pîroz kir. Beko bal kişand ser pîrozbahiyên îsal ên li Meydana Bakirkoyê û got, "Em naxwazin bêvila kesekî jî xwîn bibe. Hûn jî dizanin li Amedê, Pirsûs, Enqereyê bombe teqiyan û li gelek herêmên vî welatî komkujiyan rû dan. Bêyî nirxandina van komkujiyan, bêyî derxistina dersan ji van komkujiyan ne rast e ku biryarên ji nişka ve bên dayîn. Me tenê ji bo îsal ev biryar wergirt. Di salan pêş de em ê 1'ê Gulanê Roja Yekîtî, Piştgirî û Têkoşînê li Taksîmê pîroz bikin."

'EM Ê TESLÎMÎ ZÎHNIYETA YEKŞEMA BI XWÎN NEBIN'

Hevserokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen da xuyakirin ku ji bo 1'ê Gulanê Roja Yekîtî, Piştgirî û Têkoşînê bi coş were pîroz, divê şer û rewşa kaotîk a li Tirkiyeyê, pêkanînên antî demokratîk û faşîzan ên hikûmetê bên bidawîkirin.

Ozgen da zanîn, ji bo bicihhatina van jî divê çîna karker, bindest, jin û ciwan bi hev re daxwazên xwe yên ked, aştî, demokrasî, biratî û azadiyê biherikînin qadan û destnîşan kir, tevlîbûna girseyî ya li pîrozbahiyan wê li hemberî sîstema dîktatorî ya faşîzan bibe bersivek.

Ozgen got, "Em dixwazin hemû kedkarên cemaweriyê li çar aliyên welêt biherikin qadan û pêşeroja hevpar ava bikin" û li ser tercîha xwe ya îsal a ji bo Meydana Bakirkoyê got, "Îsal ji ber şert û mercên heyî yên li Tirkiykeyê, rêxistinên ked û pîşeyî tevî pêkhateyên din ên 1'ê Gulanê Meydana Bakirkoyê tercîh kirin."

Ozgen da xuyakirin ku Taksîm ji bo karker û kedkaran hişê dîrokî, rûmet û pêşeroja hevpar e û got, "Em ê ti carî dest ji Taksîmê bernedin." Ozgen diyar kir, li dijî helwesta bêhiqûqî ya hikûmet têkildarî Taksîmê nîşan dide, heta daxwazên wan ên li ser Taksîmê bên qebûlkirin ew ê israra xwe bidomînin û destnîşan kir, ku ew ê teslîmî zîhniyeta AKP'ê ya Komkujiya 1'ê Gulanê û Yekşemên bi xwîn pêk anî, nebin.

...