'Em amade ne ku pirsgirêkan bi diyalogê çareser bikin'

Alîkarê Hevserokên Desteya Rêveber a Şengalê Azad Hisên ragihand ku artêşa Iraqê û PDK li şûna kaosê divê pirsgirêkan bi rêya diyalogê çareser bike û bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku helwestê li hemberî van nêzîkatiyan nîşan bide.

Alîkarê Hevserokên Desteya Rêveber a Şengalê Azad Hisên diyar kir ku tevgera zêde ya leşkerî ya li Şengalê rê li ber nearamî û tevlîheviya li herêmê vedike û got: “PDK dixwaze ji vê yekê sûdê bigire û li Şengalê bicih bibe.” Hisên destnîşan kir ku Tirkiye zextê li rêveberiya Iraqê dike û bi wî rengî Iraqê jî berê xwe dide Şengalê.

‘HERÊMA HERÎ ARAM ŞENGAL E’

Hisên diyar kir ku li Iraqê ji sala 2014’an û vir de yek ji cihê herî aram Şengal e û got: “Şengal herêmek aram e. Tu çeteyên DAÎŞ'ê li Şengalê tuneye.”

Hisên bal kişand li ser liv û tevgera leşkerî ya di demên dawî de a leşkerên Iraqê li herêmê û wiha pê de çû: “Iraq li herêmê li gund û bajaran bendên leşkerî datîne, qaşo wê herêmê biparêzin. Ji xwe Şengal aram e û bi liv û tevgera zêde ya leşkerî tê xwestin aramiya Şengalê xira bikin. Hikûmeta Iraqê ji êrişên Tirkiyeyê yên li ser Şengalê berpirsyarin. Artêşa Iraqê li vire û dizanin 24 saetan balafirên bê mirov li ser Şengalê digerin. Tevgera zêde ya artêşa Iraqê li nava gund û bajaran bû sedema ku qezaya di navbera Xanesor û Sinûnê pêk were.

Em ne li dijî vê yekê ne ku hikûmeta Iraqê li Şengalê bimîne, em li dijî tevgerek ewqas mezin a Iraqê li nava gund û bajaran Şengalê bimîne, li nava sûk û bazaran bimîne. Di nava xelkê me de bimîne. Bila artêş derkeve ji nava bajar, ji xwe polîs û Asayîşa Êzîdxanê heye. Ev hêz dikarin ewlekariya hundirîn a bajar bikin.”

‘HÎNA JÎ HESTIYÊN KOMÎ YÊN VÎ GELÎ NEHATINE DÎTIN’

Hisên anî ziman ku hêzên Iraqê bi şêwazek wisan hatine ku gel bitirsîne, pirsgirêkan bixwe re bîne û li herêmê kontrol bike. Hisên destnîşan kir ku gel vê yekê qebûl nake û wiha wiha dom kir: “Hîna jî hestiyên komî yên vî gelî nehatin rakirin. Ev kesên ku dixwazin li herêmê bi cih bibin bûne sedema ev ferman di serê civaka me de were. Ev hêz berpirsyarê vê yeke ne. Hîna lêborîn nexwestine û dixwazin hebûna xwe zêde bikin li herêmê.”

‘PDK DIXWAZE LI HERÊMÊ ALOZIYAN DERXÎNE’

Hisên diyar kir ku PDK dixwaze aloziyan li herêmê derxine û ev tişt li ser axaftinên xwe zêde kir: “PDK dixwaze aloziyan li herêmê derxîne û ji van aloziyan sûdê bistîne û têkeve Şengalê. Xelkê Şengalê xwedî îrade û biryar e. Vî gelî soz da ye ku kesên bêbextî li Şengalê kiriye, destê wan dixwîna Êzidiyan de, firotina keç û jinên Êzidî de heye li ser vê axê cih nedin wan.”

‘FERMANDAR ZERDEŞ ŞENGALÎ LI HEMBERÎ QIRKIRINÊ SEKÎNÎ’

Hisên got ku Fermandarê Şengalê Zerdeşt Şengalî yek ji wan kesan bû ku li hemberî qirkirinê sekinî û dîsa bû yek ji wan fermandarên ku xaka Iraqê jî parast. Hisên anî ziman ku Fermandar Zardeşt Şengalî ne tene li Iraqê, li Tebqa, Reqa û Baxozê jî li dijî çeteyên hovane DAIŞ’ê bi lehengî têkoşiya. Hisên diyar kir ku rênedayîna peykarê Fermandar Zerdeş Şengalî sûc e.

Hisên anî ziman ku divê artêşa Iraqê dest kiryarên xwe yên li herêmê berde û wiha dom kir: “Kesên vîna gel qebûl neke, ev gel jî wan qebûl nake. Tu pirsgirêk û nakokî hebe, em dikarin li hev bicivin û tişa di berjewendiyê gel de be em pêk bînin. Bi tu awayî em ne li dijî Iraq û destûra Iraqê ne û ne jî dijî serweriya Iraqê ne. Em li dijî wê artêşe ne ku ji aliyê xêrnexwazan ve têne sor kirin û bi ser me de tên e.”

‘IRAQ BERPIRSYARÊ ÊRIŞAN E’

Hisên nerazîbûn nîşanî bêdengiya li hemberî êrişên li ser Şengalê da û ev tişt got: “Dewleta Tirk a dagirker bi balafiran êrişî civaka me dike û raya giştî bêdeng e. Hikûmeta Iraqê tu daxuyaniyan nade û bêdengiya xwe diparêze. Bi hincetên PKK li Şengalê ye êriş dikin. Lê PKK bi awayek fermî piştî peywîra xwe ya parastinê pêkanî ji Şengalê derket. Şehîd Zerdeşt Şengalî yek ji xelkê Şengalê bû û şehîd Pîr Hemîd yekî Êzidî bû. Hemû şehîdên dawî xelkê Iraqê û Êzidî ne. Ji bo vê hikûmeta Iraqê berpirsyar e, divê bêdeng nemîne. Ev bûyerên çêdibin, heman demê serweriya wan jî binpê dibin. Eger bêdengî hebe û pêşî neyê girtin, Iraq wê nikare xwe li ser lingê xwe bigire, nikare kontrolê li ser xaka Iraqê û serweriya Iraqê bigire.”

Alîkarê Hevserokên Desteya Rêveber a Şengalê Azad Hisên diyar kir ku kesên ne dibin serweriya PDK’ê de bin weke dijmin binav dikin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Li vir YNK û Heşdî Şebî heye. Her kesê li Şengalê li ber xwe dan em destxweşiyê lê dikin. Her kesê li Şengalê şehîd bûye, ji kîjan partî û aliyê siyasî be, xwedê bi rehma xwe şad bike. PDK vê yekê nabîne û wisa lê nanêre. PDK’ê rê neda ku malbat şehîd Enwer li kampê şînê dane û xêrê bide. Li ser vê yekê malbatê li Xanesorê xêra wî da. Divê xelkê me vê yekê baş bizane. Bi taybet xelkê me yên penaber ên li kampan bizanin ku bêbextiya herî mezin ev e. Eger xelkê me yên kampan vê qebûl bike, ev bêbextiya herî mezin e ji bo wan. Divê li hember vê yekê rabin û qebûl nekin. Divê bibin xwedî vîn bejin êdî bes e. Divê gelê Başûr jî li hemberî vê rabin li ser lingan û bêdeng nemînin. Divê xelkê me vegerin li ser axa xwe û welatê xwe ji nû ve ava bikin.”