Ehmed û Derar bûn hevserokên MSD′ê

Di kongreyê de Îlhan Ehmed û Riyad Derar ji bo hevserokatiya MSD’ê hatin hilbijartin.

Di 2’emîn Kongreya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) de ku bi dirûşma “Ber bi Sûriyeke Federal û Demokratîk” li Dêrikê hate lidarxistin, Îlhan Ehmed û Riyad Derar weke hevserok hatin hilbijartin.

Di kongreyê de, nexşerêya çareserkirina akirîza Sûriyeyê hat erêkirin, sîstema hundirîn hatin gotûbêjkirin. Li gorî wê sîstema rêxistinî ya Meclîsê, mekanîzmeya girtina biryaran, mekanîzmeya rêxistinî yên Boruyên Meclîsê hatin diyarkirin û tê de şert û mercên tevlîbûna nava MSD′ê hatin destnîşankirin.

Her wiha di dewama kongreyê de jî hejmara Endamên Desteya Siyasî hat zêdekirin û rêjeyek nû ji nûnerên partî, rêxistinên sivîl û kesayetên serbixwe yên di nava MSD′ê de hate zêdekirin.

Di gotûbêjên li ser sîstema hundirîn a MSD′ê de, yek ji xalên wê hate sereratkirin, hejmara Endamên Desteya Siyasî ya Meclîsê bû 50 kes, rêjeyeke nû ji nûnerên partî, rêxistinên sivîl û kesayetên serbixwe yên di nava MSD′ê de, zêdekirin.

Nav û rêjeya partî û saziyên Sivîl ên di nava MSD’ê de cihê xwe girtine hatin wiha ne:

*Tevgera Civaka Demokratîk (5)

*Koalîsyona Niştimanî ya Kurdî (3)

*Koalîsyona Niştimaniya Demokratîk ya Sûriyeyê (5)

*Kombûna Çepgirên Demokratî (3)

*Kongra Star (2)

*Partiya Yeketiya Sûryanî (2)

*Partiya Modernîte ( El-Hedesê) (2)

*Desteya Niştimanî ya Erebî (3)

*Partiya Demokratîk a Kurd a Sûriyeyê (1)

*Partiya Asurî (1)

*Mala Êzîdiyan (1)

*Meclîsa Eşîrên Kurd (1)

*Ciwanê û rêxistinên wan (3)

Yên mayî jî wê ji rêxistinên jin, hêzên QSD′ê, kesên serbixwe û pêkhateyên Tirkmen, Çerkez, Ermen pêk werin.