‘Aktorê aştî û çareseriyê Abdullah Ocalan e‘

Di konferansa li ser tecrîdê nîqaş hat kirin de îşaret pê hat kirin ku wê Kurd û siyaseta demokratîk dev ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bernedin.

Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD), Weqfa Civaka Lêkolînên Hiqûqî (TOHAV) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li Otela Elit World konferansa bi navê “Li dijî Siyaseta Tecrîdê Mafê Aştiyê” li dar xist û konferans ji 3 rûniştinan pêk hat. Piştî rûniştinê danaza encamê hat aşkerekirin. Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya ÎHD'ê Nuray Çevîrmen daneza encamê xwend. Çevirmen diyar kir ku hema hema di her serdemê de di rêveberî û pratîka hiqûqî ya Tirkiyeyê de pirsgirêkeke binesaziyê heye û ev pirsgirêka cudakarî û marjînalbûnê ye û destnîşan kir ku ev rewş di sedsala dawî de veguheriye krîzeke pir giran a demokrasî û hiqûqê.

‘GIRTÎ BI MIRINÊ RE RÛ BI RÛ DIMÎNIN‘

Çevîrmen anî ziman ku girtîgeh yek ji cihên ku ev rewş herî zêde lê tê jiyîn in û got: “Di 15 salên dawî de bi her qanûnên ceza û înfazê re ev rewş kûrtir bûye. Girtiyên siyasî hem ji aliyê rejîma înfazê û hem jî ji aliyê şert û mercên girtîgehê de herî zêde rastî cudakariyê tên. Divê bendên TMK û zagona ceza, qanûn û qanûnên înfazê yên têkildarî TMK'ê yên li dijî girtiyên siyasî bên rakirin, pirsgirêkên pêkanînê di zûtirîn demê de bên çareserkirin û biryarên AÎHM'ê bên bicihanîn. Bi taybetî girtiyên nexweş ji ber biryarên neyînî yên Saziya Tiba Edlî ya bi hincetên siyasî an jî hincetên ne diyar ên 'ewlehiya civakê' bi cudakariya sîstematîk re rû bi rû dimînin, di şert û mercên nebaş de jiyana xwe didomînin an jî ji ber pirsgirêkên tenduristiyê giran dibin li girtîgehan bi mirinê re rû bi rû dimînin.“

ENCAM TÊKÇÛN E

Çevîrmen got ku rabûna li ber tecrîdê, ji bo aştiyê gavekî giring e û wiha li gotinên xwe dewam kir: ‘’Divê mirov rabûna li ber tecrîda li Îmraliyê ji aliyê huqûqî û siyasî ve berfereh bike. Divê mirov li ber tecrîda li ser rabûna tecrîdê jî rabe.  Dewletên ku hewil dane pirsgirêkên xwe yên etnîk û nasnameyî bi tenê bi rêbazên leşkerî çareser bikin mane bi tenê, bi paş de çûne û aboriya wan têk çûye. Asta pêşketina welatên pirsgirêken xwe bi diyalog û rêyên aştiyane çareser kirine, li ber çavan e. Di van şert û mercan de, li dijî siyaseta şer û pevçûnê ya di bin navê operasyona derveyê sînorê xwe û israr kirina li ser tecrîdê hewil tê dayîn ku berbelav bibe divê mirov parastina siyaseta jiyanê bike.“

‘DIVÊ BI DAWÎ BIBE‘

Çevîrmen da zanîn ku divê demildest dawî li pêkanîn û siyaseta cudaker bê, girtiyên nexweşên giran bên berdan û mafê wan ê tedawiyê bê misogerkirin. Çevîrmen bilêv kir ku li gorî biryarên AÎHM û pêşniyarên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, divê cezayê heta hetayê bi dawî bibe û got: “Divê Girtîgeha Îmraliyê bê girtin û tecrîda li Îmraliyê bê rakirin. Ji bo welatê me çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, li ser esasê jiyana hevpar a li ser her pirsgirêkeke ku parçebûna civakî çêdike nêz bibe û projeya aştiya civakî ya yekbûyî ya ku ji bo refaha aborî û dadmendiya civakî armanc dike, pêk bîne, pêwîst e. Konferansa me bi rûmet e ku van encam û pêşniyaran bi raya giştî re parve dike.”