AKP/Qesr bi xesp û dagirkeriyê li pey deskeftinê ye

Şaredariya Mezin a Rihayê ya AKP’ê û yên navçeyê ji bo Pirsûsê ku bi rêyên demokratîk nedikarin bi dest bixin seferber bûne. Qeymeqam jî xizmetên şaredariyê yên Wêranşar, Bozova û Xelfetiyên yên DPB’ê anîna ber rawestandinê.

Rejîma AKP/Qesrê ku kir û nekir nikarîbû bi desteka gel şaredariyan bi dest bixîne, bi qeyûmê, bi darbeya ku li ser şaredariyên DBP’ê kir dixwaze encamê bistîne. Piştî ku bi fermanda AKP’ê bi ser hilbijartiyên şaredariyên DBP’ê operasyona binçavkirin û girtinê nekarî encaman bi dest bixîne, bi qeyûmên bi ser şaredariyên DBP’ê de, di nav de tîmên taybet jî heyî, ji hêla polîs û leşkeran ve hatine dorpêçkirin. Rejîma AKP/Qesrê bi darbeya sivîl a li diî vîna gel, hewl dide ku encamê bistîne, gelê ku vîna wî hatiye xespkirin û xistine îpotekê naxwaze bi qeyûmê re bixebite.

Li Rihayê 4 şaredariyên DBP’ê ji hêla rejîma AKP’ê ve hatine xesp kirin û îptek kirin. Rejîma AKP’ê ya ku qeyûm anî ser Şaredariya Pirsûsê ya DBP’ê rayeyên şaredariyên DBP’ê yên Wêranşar, Bozova, Xelfetî jî di ser qeymeqamên navçeyê re, girêdayî Walitiya Rihayaê kirine û vîna gel îpotek kirine.

HÊVIYÊN ERDOGAN LI VIR ŞIKESTIN

Erdogan di dema serokwezîrtiya xwe de, beriya hilbihartinê hatibû Pirsûsê, gotibû ez şaredariya Pirsûsê dixwazim û çi hewce be divê were kirn. Li vir Erdogan hê dema ku gotina wî di devê wî de Pirsûsiyan hêk avêtibûn ser Erdogan û ew protesto kiribûn.

Piştî ku Erdogan hêvîşikestî bû hesabên wî yên li ser Pirsûsê li ber avê çûn. Li pişt hilbijartinan ji bo Kobanê yê li pêşberî Pirsûsê, dema ku çeteyên DAIŞ’ê yên girêdayî AKP’ê  êrîş dibirin, Erdogan gotibû, ‘’Kobanê ti nemaye ku bikeve’’.  Ji gotinên Erdogan diyar dibû ku planên xwe yên bi ser Kobanê de ji Pirsûsê dixwest organîze bike.

Piştî hilbijartinê Erdoganê ku hêviya wî şikestî, bi xwedî derketina Kobaê jî, Pirsûsê derbe duyemîn li Erdogan xist. Erdogan piştî vê Pirsûs ji xwe re kir hedef, di nav de 25 şaredariyên DBP’ê jî, qeyûm anî ser Pirsûsê û bi vê darbeyê xwest bi dest bixe.

DEMA KU DI DESTÊ DBP’Ê DE BÛ AMBARGO BÛ, DEMA KU QEYÛM  ANÎN..

Di rewşa niha de AKP ya ku beriya qeyûmê ku diviya li gorî Yasaya Şaredariya Mezin di ber xizmetê de dirav bidana lê dest li ser sedî 40’ê wê danîbû, piştî ku qeyûm hate tayinkirin serferber bûye. Şaredariya Mezin a Rihayê ku beriya qeyûmê amborga li ser şaredariya Pirsûsê danîbû, piştî qeyûmê serferber bû. Şaredariyên AKP’e ji niha ve hesabên hilbijartinan dikin. Gelê Pirsûsê yê ku bi şaredariyan karê wan heyî, naçin qeyûmê lê li şûna wê diçine Rêxistina Navçeyê ya DBP’ê ya Pirsûsê û hewl dide pirsgirêkên xwe çareser bike.

ÎDÎAYÊN WALÎ BI NAKOKIYAN TIJE NE

Îdîayên AKP’ê yên li ser şaredariyên DBP’ê ku ev kirin hincet şaredariyan desteser bikin tije nakokî ne. Şaredariyên Bozova, Wêranşar, Xelfetî ku ji hêla walitîya Rihayê û qeymeqamên navçeyan ve qeyûm li ser wan hatiye danîn nema dikarin bişixulin. Qeyûma ku bi hinceta ‘’nelirêtî’, ‘’alîkariya rêxistinê’’ kirine qeyûm li ser wan hatiye danîn, piştî ku biryarên meclîsê li gorî qanûnên şaredariyê hatine standin raberî qeymeqaman hate kirin û hate pejirandin, îdîlayên waliyê Rihayê û sûcdariyan pûç dike. Ev nakokiya ku derketiye holê jî armanca amirên milkî yên di kontrola AKP’ê de nîşan dide.

 Li şaredariyên Wêranşar, Bozova, Xelfetî ku diravên wan nayên dayin û qeymeqam karê wan asteng dike, xizmet hatin ber rawestanê. Têkildarî îhaleyên ku şik li ser wan heye û mêl kirine piştî ku ji mekanîzmaya biryarê ya meclîsê derbas bû û bi awayekî  zelal di nav çarçoweya îhaleyê de di rojanmeya resmî da weşiya, derdikeve holê ku hemû îdîa pûç û belaş in.