Rustem Cûdî li ser gora xwe hat bîranîn

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Rustem Cûdî, di salvegera 4. a şehaeta xwe de ji aliyê bi hezaran kesî ve li ser gora xwe hat bîranîn.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Rustem Cûdî, di salvegera 4. a şehaeta xwe de ji aliyê bi hezaran kesî ve li ser gora xwe hat bîranîn. Merasîma bîranînê ya li şehîdgeha Berkevirê, ji aliyê TEV-DEM û Yekîtiya Star ve hat organîzekirin.

Hevserokê Meclîsa Zagonsaz ê kantona Cizîrê Hekem Xelo, Endamê Dîwana Melcîsa Zagonsaz Perwîn Mihemed, Serokê Meclîsa Rêveber ê Kantona Cizîrê Ekrem Hiso, Serokên Desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê, Endamên Saziya Civaka Sivîl, YPG/YPJ’ê jî di nav de bi hezaran kesên ji hemû pêkhateyan destpêkê li gundê Şeimsor ê 2 kîlometrî dûrî gundê Berkevirê kom bûn.

Serokê Meclîsa Rêveber Ekrem Hiso li merasîmê peyivî û got, "Serketinên li Rojava bi saya fermandar û endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Rustem Cûdî û hevalên wî bi dest ketine. Gelê Kurd wê heta dawiyê bide dû Rustem Cûdî û hevalên wî."

Hiso êrîşên dewleta Tirkiyê yên li hemberî gelê Bakurê Kurdistanê şermezar kir û diyar kir ku komkujiya Enqereyê ji bo tepisandina dengê azdî û demokrasiyê pêk hatiye.

Di merasîmê de her wiha Endamê Desteya Rêveber ê TEV-DEM’ê Ismaîl Dêrik jî axivî û bal kişand ser berxwedana têkoşer Rustem Cûdî ya ji bo azadiya gelê Kurd. Dêrik got: "Rustem heta roja dawî ya jiyana xwe têkoşiya."

Di merasîmê de her wiha li ser navê MKKP’ê Hêvî Sara, li ser navê Meclîsa Gel a Cizîrê Edle Umer, li ser navê Yekîtiya Star Welîda Umer, li ser navê Malbata Rustem Cûdî Xelîl Osman û Fatma Osman axivîn. Di axaftinan de soza şopandina rêya Rustem Cûdî û hemû cangoriyên azadiyê hate dayîn. Her wiha berxwedana li Bakurê Kurdistanê hate silavkirin û êrîşên li hemberî gelê Bakur hatin şermezarkirin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Rustem Cûdî di 10'ê Cotmeha 2011'an de li Xakurkê, di êrîşa hewayî ya balafirên şer ên Tirk de tevî 11 hevalên xwe jiyana xwe ji dest dabû.