Pê razî ye ku li Sûrê kon vede û bijî

Lokman Bakir, muxtarê berê yê taxa Savaşê ku yek ji wan şeş taxên Sûrê bû ku dewleta Tirk ew kavil kirî, got ew pê razî ye ku li Sûrê kon vede û li wir bijî.

Lokman Bakir ê ji Sûrê got, ‘’Îro nikarim biçim kuçeya ku mala me ya berê lê bû, ji ber ku her dever bi erdê re rast kirin’’ û domand: ‘’Ne kuçe û ne jî mal hiştin. Her dever kavil kirine. 6 taxên ku zaroktiya me lê bihurî hilweşandin. Malên ku li şûna wan ava kirin bi 1 milyon lîreyî difiroşin.’’

Di ser qedexeya derketina derve re ku 2’yê Kanûna 2015’an li ser Sûra Amedê hatibû danîn 6 sal derbas bûn. Hêzên dewleta Tirk navçeya Sûrê kirin kavil. 103 rojan şer çêbû û li gel ku Adara 2016’an rabû jî hê jî ji aliyekî ve qedexe didome.

Sûr bi mîmariya xwe ya dîrokî û raçînka xwe ya çandî yek ji jîgeha kêmpeyda ye, ku piştî Sûrên Çînê Surên herî dirêj yên Amedê ne û di lîsteya mîrateya cîhanê ya UNESCO’yê de cih digirin. Bi hemamên dîrokî, qonax, dêr, mizgeftên xwe dîroekek zindî bû. Dewleta Tirk hema hema temamiya naçeyê talan kir, kir ku şêniyên navçeyê koçber bibin, bê şûn û war bibin, kire cihê rantê.

Ji bilî hêla fizîkî her wiha avaniya wê ya sosyolojik jî hate guhartin. Dewletê ew der kiriye cihê bikaranîna madeyên tiryaekê û fihûşê. Xaniyên ku li ser kavilan hatine danîn bi armanca bazirganî ne. Wê pêşkêşî saziyên nêzî AKP-MHP’ê bikin.

Muxtarê Taxa Savaşê Lokman Bakir ku ji salên 60’î ve li Sûrê dijiya diyar kir dema zaroktiya wî li Sûrê civakîbûneke zindî hebû, piştî ku dewleta Tirk navçe kavi kiriye cîran û xizmên wan her yeke bi deverekê ve çûne. Bakir got, ‘’Min xwe li vir nas kir. Em bi cihekî dî nizanin. Niha li Dîclekentê dimînim. Li vir winda dibim. Mala min hebû, dewletê xira kir. Li gel ku min xwest biçim mala xwe jî nedan. Li TOKÎ’yê 2+1 dane min. Jixwe wê têra me nedikir. Her wiha dewletê ez bi qasî 50 hezar lîreyî deyndar jî derxistim.’’

Bakir bi berdewamî diyar kir li ser kavilgehan xwedêgiravî xaniyên nû çêkirine lê raçînka dîrokî nîne û got, ‘’Ne diyar e bê ka ev ê bibin çi, wê bibin pavyon, an meyxane, cihê fihûşê? Em pê dizanin ku gelek kargehên lokal li dora vê diçin û tên.’’

Bakir her wiha diyar kir avaniya sosyal a navçeyê jî hatiye guhartin, berdê malbatan li vir bi rengekî dikaribûn debara xwe bikirana lê niha ew koçberî navçeyên din bûne, li cihê ku çûnê ji hêla aborî û çandî ve nikarin bijîn, li Sûrê û bi giştî li bajêr hejarî zêde bûye.

Bakir got mirov nikarin nan bibin malê, ji ber vê serî li karê ne meşru didin. Bakir got, ‘’Ez pê razî me ku li Sûrê kon vedim û li wir bijîm lê naxwazim li Dîclekentê bijîm. Van salên dawî em ne aram in.’’

Bakir herî dawî got, ‘’Îro ez nikarim biçim kuçeya ku mala me ya berê lê bû. Ji ber ku her dever kavil kirin. Ji 1968’an ve liv ir im, beriya bi çendekê min hewl da ku biim hundir, min kuçeya xwe nas nekir. Ji hin deverên ku kavil bûne mirov hin cihan nas dike. Mînak mirov nizane kuçeyê berê kîjan e, malên cîranan kîjan e. Ne kuçe û ne jî xanî mane. Her dever kavil kirine. 6 taxên ku zaroktiya me lê derbas bûn hilweşandin. Xaniyên ku nû çêkirine bi 1 milyon lîreyî difiroşin. Ya herî erzan bi 600-700 lîreyî ye .Ên ku dixwazin biçina taxa xwe ya berê wê çawa vî pereyi bidin?’’