Malbata Şenyaşar: Du sal in pêşiya edliyeyê bûye mala me

Malbata Şenyaşar ku ji bo xizmên xwe yên li Rihayê hatin qetilkirin di çalakiya Nobeda Edaletê de ye, diyar kir ku nêzî du sal in pêşiya edliyeyê bûye mala wan û bal kişand ser bêedaletiyê.

Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar a di 9’ê adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 630’an de ye. Dayik Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ên ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hatin ber deriyê edliyeyê, bi lêv kirin ku mala wan ber deriyê edliyeyê ye.

Ferît Şenyaşar ê li cihê Nobeta Edaletê lê digire bang kir, wiha got: "Têkoşîna me ya edaletê ku me bi dayika min re daye destpêkirin 630 roj in li ber Edliyeya Rihayê berdewam dike. Hemû partiyên li Meclisê û yên ne li wir têkoşîna me ya edaletê dişopînin. Nêzî du sal in mala me bûye ber deriyê edliyeyê. Mala me ev der e. Em amade ne ku li vir bi herkesê re hevdîtinê bikin û daxwazên xwe vebêjin."