Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

HPG: 3 dagirker û 3 kontra hatin cezakirin

Çalakiyên gerîlayên Kurdistanê bênavber didome. Di çalakiyan de 3 leşkerên Tirk ên dagirker û 3 kontra hatin cezakirin. Di çalakiyan de çekeke AK-47 hate desteserkirin û cîhazeke jammerê hate îmhakirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wisa ye:

“Gerîlayên azadiya Kurdistanê bi ruhekî fedaî yê Apoyî şer dikin û bi taktîkên xurt ên gerîlayan derbên giran li dagirkeran dixin. Di çalakiyên hêzên me de 3 leşkerên Tirk ên dagirker û 3 kontra hatin cezakirin, 3 dagirker jî birîndar bûne. Di çalakiyan de çekeke AK-47 hate desteserkirin û cîhazeke jammerê hate îmhakirin. Artêşa Tirk a dagirker 19 caran bi balefirên şer, 26 caran bi helîkopterên êrîşê û 11 caran jî bi çekên kîmyewî, teqemenî û obusan qadên berxwedanê bomberdûman kirine.

Agahiyên li ser çalakî û êrîşan wisa ye:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;

Di 29’ê Hezîranê saet di 12.00’an de hêzên me bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Werxelê dan.

Di 30’ê Hezîranê de saet di 13.00’an de komek kontrayên ku erzaq dibirin ji leşkerên TC’yê re, li nêzî gundê Nêrwe yê Ertûşê bûne hedefa hêzên me. Hêzên me bi bombeyên destan û çekên şexsî li kontrayan dane û 3 kontra ceza kirin. Hêzên me çûne ser cenazeyên kontrayan û çekeke AK-47 desteser kirine.

Di 1’ê Tîrmehê saet di 12.30 û 14.40’an de dagirkerên li qada Kokerê bûne hedefa tîmên me yên gerok. Hêzên me bi çalakiyeke bi koordîne ya gerîlayan li dagirkeran dane. Ev çalakî bi çekên giran û çekên şexsî hatiye kirin û di çalakiyan de 2 dagirker hatine cezakirin û 3 dagirker jî birîndar bûne.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

Di 1’ê Tîrmehê saet di 17.00’an de artêşa Tirk a dagirker hewl daye bi 2 tank û 2 panzêran ji sînorê Bakurê Kurdistanê ber bi Qada Berxwedanê ya Çemçoyê ve werin. Hêzên me bi çekên giran û sûîkastê li van dagirkeran dane û pêşvehatina dagirkeran hate sekinandin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê ya Şehîd Savaş Mereş de;

Di 1’ê Tîrmehê saet 09:00’an de dagirkerên ku xwestin li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bikevin tevgerê, bûne hedefa hêzên me. 1 dagirkerê ku amûra jammerê li ser pişta xwe hildigirt, bi gulebaranê hat cezakirin û amûra jammerê hat îmhakirin. Dagirkerên din ên xwestin mudaxeleyî qada çalakiyê bikin ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve bi bombeyên destan û çekên ferdî bûn hedef. Cenazeyê dagirkerekî di bin kontrola hêzên me de ye.

 1’ê Tîrmehê saet 16:30’an piştî ku dagirkeran bi teqemeniyan Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bomberdûman kir û xwestin bi pêş ve biçin, bi taktîka sabotajê li dagirkeran hate xistin. Piştî çalakiyê, dagirker neçar man gavekê paşde vekişin.  

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî û teqemeniyan; 

 Di 1’ê Tîrmehê de tunelên şer ên li Şikefta Birîndara, Girê FM û Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 11 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hatin bombekirin. Hat tesbitkirin ku çekên kîmyewî yên hatine bikaranîn bêhna klorê jê hatiye.

 Êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi obus, helîkopter û balafirên şer; 

Di 1’ê Tîrmehê de Qadên Berxwedanê yên Kokerê, Çemço, Girê Hakkarî û Girê Amediye ji qereqolên sînor bi dehan caran bi obus û hawanan hatin bombekirin.

Di 1’ê Tîrmehê de Kokerê, Kurojahro, Girê Karker, Şikefta Birîndara û Saca yên herêmê Berxwedanê 26 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

Di 1’ê Tîrmehê de Herêmên Berxwedanê yên Girê Hakkarî, Girê Amediyê û Zevkê yê girêdayî Garê û gundê Şiyê yên Dinartê û gundê Dopala yê girêdayî Qendîlê 19 caran bi balafirên şer bomberdûman kirin."