Heyeta CPT’yê serdana Îmraliyê kir

CPT’yê ragihand ku di çarçoveya serdana xwe ya Tirkiyeyê de di navbera 20-29’ê Îlona 2022’an de bi heyetekê re çûye Îmraliyê.

Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT), îro têkildarî serdana xwe ya Tirkiyeyê ya di 20-29'ê Îlonê de daxuyanî da. CPT'yê di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku serdana Girtîgeha Îmraliyê jî kiriye.

CPT'yê têkildarî serdana xwe daxuyaniyek bi nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê di 20-29'ê Îlonê de bi armanceke taybet serdana Tirkiyeyê kiriye û gotiye ku di serdanê de prosedura têkildarî destgîrkirina biyaniyan, şert û mercên wan ên ragirtinê û dersînorkirina wan vekolandiye.

ÇÛYE ÎMRALIYÊ JÎ

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku heyeta CPT'yê ji bo raçavkirina şert û mercên girtîgehê çûye Girtîgeha Îmraliyê jî û di vê çarçoveyê de li ser fealiyetên civakî yên tên berpêşkirin û pêwendiya bi derve re hatiye sekinandin.

Heyeta CPT'yê di çarçoveya serdanê de hevdîtin bi Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyeyê Suleyman Soylû, Serokê Îdareya Koçberiyê Savaş Unlu û rayedarên payebilind ên girêdayî Wezareta Karên Navxweyî (Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan û Fermandariya Ewlehiya Peravê) re kiriye. Her wiha heyetê bi Cîgirê Wezîrê Dadê Akin Gurlek, Midûrê Giştî yê Girtîgehan û rayedarên payebilind ên Wezareta Karên Derve re jî têkildarî pêkanînan muweyîdeyan û Girtîgeha Îmraliyê de axiviye.

Di dawiya serdanê de CPT’ê diyar kir ku heyetê çavdêriyên xwe yên destpêkê pêşkêşî rayedarên Tirk kirine.

CPT ku yekane saziya navneteweyî ye ku bêyî destûra hikûmetên muxatab dikare serdana girtîgehên 46 welatên endamên Konseya Ewropayê (KE) bike, ji sala 1999'an û vir ve 8 caran û di 10 salên dawî de jî 3 caran heyet şandiye Îmraliyê. Herî dawî di navbera 6-17’ê Gulana 2019’an de heyeta CPT’ê ya ji 6 kesan pêk tê serdana Îmraliyê kirîbû.