Hevşaredar Gulbahar Kaya: Em ê koça ji Gimgimê rawestînin

Hevşaredara Gimgimê Gulbahar Kaya got, wê projeya "Dixwazim li cihê ji dayik bûme têr bibim" bixin meriyetê û destnîşan kir ku wê koça ji Gimgimê rawestînin.

LI GIMGIMÊ ŞAREDARIYA NÛ

Hevşaredara Gimgimê Gulbahar Kaya diyar kir ku ji zêdekirina xizmetên binesaziyê heta bi zêdekirina derfetên kar ew ê çavkaniyan hemûyan pêşkêşî xizmeta gel bikin û got, "Di wê baweriyê de me ku em ê bi hevkarî û piştevaniyê bi ser bikevin û Gimgimê bigihînin wê astê ku hêja ye."

Hevşaredara Gimgimê Gulbahar Kaya ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku navçe du serdem in ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin, lê karên bingehîn ên şaredariyê jî nehatine kirin. Gulbahar Kaya anî ziman ku qeyûm ji pêwîstiyan bêhtir xebatkar li dora şaredariyê kom kiriye, mûçeyên van personelan ji budçeya şaredariyê têne dayin û got, "Ev hemû lêçûn e, îsrafkirina çavkaniyan e." Gulbahar Kaya bal kişand ser projeyên wan ên ji bo zêdekirina derfetên kar û xizmeta bingesaziyê û got bi bicihanîna projeya 'Ez dixwazim li cihê ku lê ji dayik bûme xwe têr bikim' ew ê koça ji Gimgimê rawestînin.

AVA QIRÊJ DIHERIKE

Gulbahar Kaya ragihand ku ji bo binesaziyê karekî bi tenê jî nehatiye kirin û got, "Rê xerabe ne, divê şebekeya avê bê sererastkirin, tevî ku av paqij e ji lûleyan ava qirêj diherike. Tevî ku di vê der barê de daxwaz hatin kirin jî ti ji vî karî nehate kirin. Gelek qad hene ku li benda xizmetê ne. Em dixwazin projeyên xwe pêk bînin, mirovên li qada ser serwer in tevlî kar bikin, lê belê divê ji bo pêkanîna vê jî dawî li karê hin personelan bê anîn ku niha weke ku kar dike tê nîşandan lê belê ti karî nakin. Em nikarin vê yekê niha bikin, ji ber ku peymana xwe dewam dike û eger em tiştekî bi vî rengî bikin divê tazmînatê bidin. Ji bo vê jî budçeya me nîne. Qeyûm tevlî ku çûne jî bi vî rengî, bi rengekî neyekser dest li karê me werdidin."

EM Ê SAZIYÊN KU HATINE GIRTIN JINÛVE VEKIN

Gulbahar Kaya ragihand ku piştî şaredarî bi rengekî fermî dewr wergirtin, di nava hefteyekê de wan civîna destpêkê ya meclîsê lidar xistin, lîsteyek danîn ber xwe û got, "Gelekî girîng e ku saziyên ji aliyê qeyûm ve hatin girtin jinûve vekin. Me têkildarî Navenda Jinê ya Savûşka û Navenda Çandê ya Mordem biryareke bi vî rengî wergirt. Pêwîstiya lezgîn a Gimgimê bi binesaziyê heye. Min qala pirsgirêka şebekeya avê kir, her wiha bi salan e gaza xwezayî nînin vê derê. Ji ber ku asta hatineyê ya mirovan kêm e li vê derê bi giranî komira Şirnexê tê bikaranîn. Asta xwe ya kaloriyê kêm e û hawirdorê qirêj dike. Zivistanê Gimgim di bin ewrê tozê yê tarî de dimîne. Bêguman anîna gaza xwezayî ji bo vê derê karekî hevpar e ku divê bi navendî re bê kirin. Di vê mijarê de me dest bi danûstandinan kir. Armanca me ew e ku di nava sala 2024'an de lêkolîna zemînê temam bikin û bikin ku lûleyên gaza xwezayî bêne danîn. Rojên bê ji bo vê mijarê em ê biçin Enqereyê, ji ber ku tenduristiya mirovên me jî, dawirdor jî gelekî girîng e."

KOOPERATÎFÊN KU XWE DISPÊRIN HILBERÎNA BERHEMÊN ŞÎR Û SEWALKARIYÊ

Gulbahar Kaya destnîşan kir ku têkildarî Gimgimê gelek projeyên wan ên ji bo zêdekirina derfetên kar ên dema navîn û dema dirêj hene, wê van projeyan gav bi gav bi cih bînin û diyar kir ku armanca wan a bingehîn ew e ku jin ji aboriyê heta jiyana civakî beşdarî her qadên jiyanê bibin, ciwan ji ber bêkariyê neçar nemînin ku cih û warê xwe biterikînin. Gulbahar Kaya got, "Cografyaya me ji ber polîtîkayên ewlekariyê hate xalîkirin, razemenî nîne, bêkarî di asta herî bilind de ye. Kargehên heyî jî li ser kedkariyê kar dikin; mirov bi mûçeyên kêmtirîn jî nikarin li tekstîlan bixebitin, mêtingeriyeke mezin heye. Ciwanên me berê xwe didin bajarên rojava yan jî Ewropayê. Li gel hesasiyeta me ya îdeolojîk jî cihê jinê li qada civakî û aboriyê hîn têrker nîne. Her dever ji aliyê cografî û dînamîkên hilberînê ve cuda ye, ji bo Gimgimê em plan dikin ku kooperatîfeke xwe dispêre hilberîna berhemên şîr û sewalkariyê ava bikin."

Di dawiya axaftina xwe de Gulbahar Kaya got, "Em li yek ji warên herî bedew ên cîhanê ji dayik bûne, lewma berpirsyariya me ye ku vê derê bikin qadeke jiyanê. Em naxwazin ku ciwanekî bi tenê jî ji ber hincetên aboriyê warê xwe biterikîne. Bi hevkarî û piştevaniyê em ê gelek projeyan bi cih bînin, bi ser bikevin û Gimgimê bigihînin wê astê ku hêja ye."