Demîrtaş: Divê Kurd pirsgirêkên navxweyî bi xwe çareser bike

Şanda HDP’ê ku serdana Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Dr. Yûsif Mihemed kir, daxuyaniyekî hevpar a çapemeniyê dan. Demîrtaş diyar kir ku divê hemû aliyên Kurd pirsgirêkên nava xwe bi diyalogê çareser bikin.

Hevdîtinên şandeya HDP'ê li Herêma Kurdistanê di roja 4'emîn de li bajarê Silêmaniyê didome. Şandeya HDP'ê ya dibin serokatiya Selahettîn Demîrtaş de, îro di saet 10:00'an de serdana Navenda Giştî ya polîtburoya Tevgera Goran ya li Girdê Zergete kir. Şandeya HDP'ê piştî hevdîtina Tevgera Goran di saet 13:00'an de çû serdana Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Dr. Yûsif Mihemed.

Şande ji aliyê Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Dr. Yûsif Mihemed û çend parlamenterên Tevgera Goran û YNK'ê ve bi germî hate pêşwazîkirin.

Piştî hevdîtinê Şandaya HDP'ê û Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Dr. Yûsif Mihemed daxuyanî da.

Di serî de Dr. Yûsif Mihemd axivî û xêrhatina şandeya HDP'ê kir û wiha got: "Pêwîstiya me bi xebata hevpar heye. Em tev dikarin bi xebatên hepar bigihîn armacên xwe. Di nava partiyên herçar parçeyên Kurdistanê de pêwîstiya me bi gotara hevpar heye û yekîtiyê heye. Em dikarin bi hevparbûna Amed, Mihabad , Hewlêr û Kobanê bigihîn arnamcên xwe. Xwîna zarokên me derfet daye me ku em, aliyên siyasî jî nêzî hebin û ji bo Kongreya Netewî bi xebitin. Bi lidarxistina Kongreya Netewî re divê em bibin xwedî stratejiyekî netewî. Ji bo çarserkirinê projeyek ligel HDP'ê heye. Em bi germî pêşwazî li vê hewildana şandeya HDP'ê dikin. Ji bo serketina gelê me tişta ku bikeve li ser milê me em amadene. Gelek spasiya wan dikin ji bo vê hewldana wan. Em ji bo xebatên wan yên li Bakûr ji serketinê dixwazin."

Demîrtaş jî li ser navê şandeyên spasiya serokê parlamentoyê û şanda pêre kir û wiha anî ziman; "Serdanên me yên 4 rojan îro bi dawî dibin. Em gelek keyfxweşin ku hemû alî amadene bi rêya diyalogê pirsgirêkên xwe çareser bikin. Em bi hewldanên yekîtiya netewî ji keyfxweşbûn ku di hevdîtinan me ev yek dît. Li her çar parçeyên Kurdistanê Kurd berdêlên mezin didin. Pêwîste em ji bo demokrasiyê jî hewildanên mezin bidin. Ji bo çareseriyê gelek kedekî me jî mebe ji bo me cihên xwe keyfxweşiyê ye. Hemû keç û kurên Kurd ên li eniyên şer di dijî dijmin şer dikim silav dikim. Şehîdan bi bîrtîm û silavên xwe pêşkêşî malbatên şehîdan re û hemû gelê me re dişînim."

Demîrtaş baş kişand li ser rolê ragihandinê û ji bo ku di nava 4 rojan de bi awayekî erênî ji aliyê ragihandinê ve hatine şopandin spasiyên hemû dezgehên ragihandinê kir û diyar kir ku ji bo aştiya navxweyî rolekî erênî û girîng dikev e li ser milê ragihandinê û got ku bi hêvîne ku vê rola xwe bi cih bînin.

Hevdîtinên şandeya HDP'ê bi vî rengî li Silêmaniyê ji bi dawî bû tê payîn ku îro yan ji sibehê şandeya HDP’ê derbasî Bakûrê Kurdistanê bibe.