Cenazeyê Sarê Demîr hate veşartin

Cenazeyê Dayika Şemiyê Sarê Demîr li Hezexê hate veşartin.

Dayika Şemiyê Sarê Demîr a 95 salî ku li navçeya Hezex a Şirnexê jiyan dikir, li Nexweşxaneya Dunyayê ya Êlihê ji ber nexweşîya pençeşêrê jiyana xwe ji dest da. Malbatê cenazeyê Demîr ji Êlihê wergirt û bir Hezexê.

Piştî nimêja cenaze hat kirin, cenazeyê Sarê Demîr li Goristana Şêx Hesen a navçeyê hate definkirin.

Ji bilî malbata Demîr bi sedan kes tevî merasîma veşartina cenazeyê bûn.