3 şervanên YBŞ’ê yên di şerê giran ê 29'ê Gulanê de jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê sedan şervanên YBŞ/YJŞ û gelê Şengalê ve li goristana Şehîd Dilgeş û Berxwedan hatin veşartin.
ANF
ŞENGAL
duşem, 30 gulanê 2016, 14:02
3 şervanên YBŞ’ê yên di şerê giran ê 29'ê Gulanê de jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê sedan şervanên YBŞ/YJŞ û gelê Şengalê ve li goristana Şehîd Dilgeş û Berxwedan hatin veşartin.
Roja 29'ê Gulanê saet di 04.00 de li gundê Medîban ê Şengalê di navbera şervanên YBŞ/YJŞ û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî giran rû da. Di encama vî şerî de 3 şervanên YBŞ’ê Dilgeş Garzan, Yilmaz Gever û Selehedîn Çekdar jiyana xwe ji dest dan.
Cenazeyên her sê cangoriyan bi karwanek ji wesayîtan, ji herêma Amûd birin herêma Serdeştê. Girseya gel darbestên cangoriyan ji wesayîtan daxist û hilda ser milan.
Piştî ku cenaze gihaştin goristanê, merasîmeke leşkerî hat lidarxistin. Li dû vê merasîmê ji fermandarên YBŞ’ê Kûrtay Êzdî axivî û sersaxî ji civaka Êzidî û tevahiay gelê Kurd re xwest. Fermandar Êzdî got: "Hêza ku ji bo rizgarkirina Mûsilê herî zêde şer dike, YBŞ/YJŞ ye. Ev her sê şervanên me ji bo parastina axa Êzdîxanê û Mûsilê bi awayekî qehremane şer kirin û gihîştin şahadetê. Em soz didin; em ê heya dawiyê bidin ser şopa wan û temamiya axa Kurdistanê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij bikin."
Piştî axaftinên li merasîmê, şervanên YBŞ/YJŞ’ê cenazeyên 3 canoriyan li ber dirûşmên "Şehîd Namirin" li Goristana Şebil Qasim a Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Berxwedan spartin axê.