Li gorî agahiyên Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê 83 hatin kuştin. Wêneyên çalakiyê jî hatin weşandin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê, di daxuyaniya derbarê çalakiya gerîllayan de ya ku di 11’ê Nîsanê de li Baglarê ya Amedê hatibû kirin, diyar kir ku:
“Derbarê çalakiya li hemberî polîsên AKP’ê yên faşîst, berê jî navenda me daxuyaniyek dabû. Tekmîla çalakiyê ya ku Tîma Tolhildanê ya Şehîd Bager û Şehîd Dirêj ji Fermandariya me ya Navendî ragihandiye wisa ye:
90 METRE TUNEL HATE KOLAN
“Di 11’ê mehê de di saet 10.45’an de, tîmeke me piştî kolanan tunelê ya 90 metre, teqemenî xist binê avahiya 5 qatî ya li Kampusa Dibistana Polîsan a li Baglara Amedê û teqemenî teqand. Ev avahî navenda Hêzên Çevîk, Têkoşîna li Dijî Terorê û navenda qeydên îstîhbarat û mobeseyê ye. Li pêşiya avahiyê wesayîtên bi zirx kom dibin û lê tên tamîr kirin. Tîma me 2 hezar 540 kîlo teqemenî xistiye binê avahiyê. Agahiyên dijmin ên ku dibêje “li tamîrxaneyê hatiye teqandin” derew e. Tunel ji binê tamîrxaneyê diçe avahiyê û ev avahî li wê qadê avahiya duyemîn a mezin e. Li kêleka wê avahiya sereke û li aliyê din jî lojman hene. Bi teqandinê re avahî serûbin bûye.
Li gorî agahiyên me, di saetên kar de 150-200 polîs li vê derê hene û 83 mirî bi kîsên cenazeyan hatine derxistin û 110 birîndarên dijmin hene. Di encama çalakiyê de ji xeynî 8 Panzêr, 10 Kobra, 4 Ûral û 4 Rangeran, 6 Toma, 2 Kepçe, 2 Doblo, 12 Otobus û erebeyên polîsan îmha bûne, yên din jî derbe xwarine. Avahiya sereke û lojman jî hin cihên wê rûxiyane û gelek birîndar ji vê derê hatine derxistin.
JI BO KU XISAR NEGIHÊJE SIVÎLAN BI HESASIYET HAT TEVGERÎN
Di qonaxa amadekirin û pêkanîya çalakiyê de ji bo ku xisar negihêje sivîlan, di asta herî jor de bi hesasiyet hat tevgerîn, mîktara teqemenî û cihê wê li gorî van tiştan hatiye eyar kirin û çalakî bi pergal û bi pîvan hatiye kirin.
Ev çalakî di şexê hevrêyên me yên li eyaleta Amedê şehîd bûne û li hemberî polîtîkayên dijmin ên pêkutî, zilm û îşkenceyê yên li ser zindanan ji aliyê Tîma Tolhildanê ya Şehîd Bager û Şehîd Dirêj hatiye kirin. Tîma me piştî çalakiyê bi silametî xwe gihandiye baregehên xwe û tu rewşeke neyînî pêk nehatiye.”
Em wêneyên amadekirina çalakiya Tîma Tolhildanê ya Şehîd Bager û Şehîd Dirêj bi raya giştî re par ve dikin.