Adil Mûrad ê YNK'yî: Dem dema têkoşîna hevpar a li dijî dîktatoriyê ye

Serokê Desteya Navendî ya YNK'ê Mûrad got, "Li dijî PDK a daxwaza dîktatoriyê pê re heye û nahêle li Başûrê Kurdistanê destûra bingehîn bê bicihanîn, banga pêkanîna eniyeke hevpar û helwesteke hevpar a têkoşînê dikim."

Serokê Desteya Navendî ya YNK'ê Mûrad got, "Li dijî PDK a daxwaza dîktatoriyê pê re heye û nahêle li Başûrê Kurdistanê destûra bingehîn bê bicihanîn, banga pêkanîna eniyeke hevpar û helwesteke hevpar a têkoşînê dikim."

Serokê Desteya Navendî ya Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) Adil Mûrad, li ser rewşa xumamiya siyasî û bicihneanîna qanûnan a li Başûrê Kurdistanê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

'PDK DÎKTATORIYÊ DIKE'

Mûrad anî ziman, ku PDK'ê astengkirina serokê parlamentê re derb li hewldanên jiyana bi hev re û demokrasiya li Başûrê Kurdistanê xistiye û ev hewldan bêwate kiriye. Mûrad got, "Dem ew dem e ku li dijî dîktatoriyê têkoşîneke hevpar were meşandin. Eger PDK îro radibe xwe dixe şûna destûra bingehîn û qanûnan, bi vî rengî bi tena serê xwe dikare biryara werbigirin, hingî ti wateya demokrasî û edaletê nemaye. Ev helwest û nêzîkatî li dijî qanûn û mafên mirovan e."

'DAKETINA QADAN MAF E; BILA HIKÛMET GUH BIDE DAXWAZAN'

Mûrad diyar kir ku ew li cem gelê dadikeve qadan û doza mafên xwe dike ne û got, "Heta ku edalet, demokrasî û wekhevî ku daxwazên mafdar ên gelê me yên daketine kolanan e bi ser bkeve, divê gelê me xwe ji qadan venekişîne. Ev maf mafê herî xwezayî yê gel e. Her wiha mafê her kesî ye ku ji bo dadgeriyeke wekhev û li dijî feraseta desthilatdariya yekparêz, dakeve qadan."

Adil Mûrad anî ziman ku ew bi hemû şêweyî nerazîbûn û xwepêşandanên ciwanan ên li dijî neheqiyê rast dibînin û wiha got; "Ez li gel mamoste û karmendên ku bi şêweyek mafdar û aştiyane daxwaza mafê xwe yê rewa dikin cih digirim. Ez bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim ku guhdarî li van daxwazên gel bike û di demek zû de jî çareser bike. Her nerazîbûna ciwanan û daketina wan a qadan dijî pir rewa û mafdar e."

Mûrad diyar kir ku dema PDK destûr neda Serokê Parlamenta Herêma Kurdistanê û parlementer biçin parlamentê, wê demê çi wateya demokrasiyê nemaye û wiha dewam kir; "Dema ku Parlamenta Herêma Kurdistanê li paytextê Herêma Kurdistanê Hewlêr e, pêşî girtin li serokê parlamentê bi şêweyek bê qanûnî ya ketina vî bajarî, bi temamî hewldanekî dijî maf û demokrasiyê ye."

Mûrad got, "Êdî dema wê hatiye ku aliyên siyasî wek YNK, Tevgera Goran, Yekîtiya Îslamî, Yekîtiya Civaka Îslamî û aliyên din ên civaka sivîl li dijî dîktatoriyê bibin yek. Her wiha desthilatek hevpar û demokratîk ava bikin. Li ser vê bingehê, ez ji partî û aliyên Kurd dixwazim ku li dijî hewldan û kiryarên PDK'ê helwestek hevpar nîşan bidin."