YPJ'ê serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' silav kir

YPJ'ê bang kir ku her kes li dora felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' li hev bicivin û got, "Yek ji qadên têkoşînê yên Rêber Apo têkoşîna li dijî sîstema bi serweriya mêr e."

SERHILDANA JIN, JIYAN, AZADÎ

Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ji ber salvegera duyemîn a Şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî' daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya YPJ’ê wiha ye:

"Di duyemîn salvegera qetilkirina Jîna Emînî de ku serhildanên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li bajarê Seqizê destpê kirin û li hemû Rojhilatê Kurdistanê û Îranê belav bûn, em di kesayeta Jîna Emînî de hemû şehîdên Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.

Jinên Kurd di 50 salên derbasbûyî de bi sekna xwe ya têkoşer, bi berxwedana xwe û bi helwesta xwe ya li dijî sîstema serdestiya baviksalar destketiyên pir mezin ji bo jinan bi dest xistine. Yek ji qada têkoşînê ya Rêber Apo têkoşîna li dijî sîstema zilamsalar e û li ser vê bingehê jî jin bi îdeolojiya azadiya jinê kire xwedî îdeolojî, rêxistin, hêza parastinê, pergala hevserokatiyê û zanista jineolojiyê.

Jin li ser bingehê pergala neteweya demokratîk pergala xwe ya konfederal ava dikin û bi yekgirtineke xurt di hemû eniyan de li dijî çanda destavêtinê, li dijî sîstema baviksalar, netewe-dewletên zilamsar û artêşên zilamsalar têkoşîneke radîkal didin meşandin.

Yek ji qada girîng a têkoşînê jî Rojhilat û Îran e ku li wir jin bi sîstemeke oldar, netewperest û hegemoniya zilam re rûbirû ye. Lewma jin ji mafên xwe yên seretayî jî mehrûm dimîne. Ruxmî ku şoreşa Îranê berhema têkoşîna hevpar ya gelan û ya jinan bû, lê ji hêla komek zilamên oldar ve hate xespkirin û bi vî rengî yek ziman, yek-ol, yek-mezheb û yek zayend tê sepandin. Li dijî vê yekê jinên Kurd û Îranî bi dehan sale ku bênavber têkoşîn dikin. Ji girtîgehan, kolanan, zanîngeh û dibistanan, heya kargehan di qada siyaset, çand, spor, aborî, perwerde û tendirûstiyê de jin di nav têkoşîneke xurt de ne. Rejîma zilamsalar ya Îranê li beramberî sekna jinan a têkoşer bê tehemûl û bi tundî bersivê dide.

Jîna Emînî ji hêla rejîmeke bi vî rengî bi awayeke hovene rastê îşkenceyê hat. Qetilkirina vê jina ciwan a Kurd rê li ber nerazîbûnên mezin vekir. Termê Jîna Emînî bi dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” spartin axê û wiha jî ji Seqizê heya seranserê Rojhilat û Îranê pêvajoyeke girîng ya serhildanan destpêkir. Ev serhildan bi tundiyeke mezin ya rejîmê re rûbirû bû. Bi hezaran kes hatin qetilkirin, bi dehan kes hatin darvekirin. Beşek zêde jî jin birîndar bûn. Niha jî li girtîgehên Îranê bi hezaran kes têne darizandin. Lê ev nayê wateya ku nerazîbûna gel li beramberî vê rejîma antî-demokratîk bi dawî bûye. Ev nayê wateya ku ruhê serhildana jinan tefiyaye. Berovajoyê wê Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dê heya bigihîje daxwazên wekheviya civakî bi pêşengtiya jinan ber bi şoreşa jinê ve berdewam bike. Ji ber ku ev serhildan çavkaniya xwe ji felsefeya têkoşînê digire.

Em jî wek Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) li dijî pergal, zihniyet û êrîşên desthilatdariya zilamsalar bi îrade û vîna jinê ya cewherî têkoşîna parastinê dikin. Em didin diyarkirin ku têkoşîna jinan ya li her derê cîhanê çawa ku çavkaniya xwe yek e, encamên wê jî ji bo azadiya jinan dibe yek. Bi vê feraset û berpirsyariyê em piştgiriya xwe bi taybet ji bo têkoşîna jinan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê û bi giştî ji bo têkoşîna jinan li her derê cîhanê dubare dikin û bang li jinên Kurd û herêmê dikin ku li dor felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ xeleka ber bi şoreşa azadiyê ve diçe, xurttir û berfirehtir bikin."