Wê Konfederasyona Jinên Ciwan a Suriyeyê bê avakirin

Di konferansa jinên ciwan de, biryar hat girtin ku têkoşîna ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bê mezinkirin û ji bo avakirina konfederasyona jinên ciwan a Suriyeyê xebatên pêwîst bên meşandin.

KONFERANSA YEKÎTIYA JINÊN CIWAN

Konferansa “Pêşengiya Jinên Ciwan Di Şoreşê de” ku ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan ve bi dirûşmeya “Bi Jin Jiyan Azadî Ber Bi Şoreşa Jinê ve” hat lidarxistin, bi xwendina encamnameyê bi dawî bû. 

Encamname ji aliyê Endama Meclisa Yekîtiya Jinên Ciwan Berîtan Roj ve bi zimanê Kurdî û ji aliyê Endama Kordînasyona Yekîtiya Jinên Ciwan Nadiya Yusuf ve jî bi zimanê Erebî hat xwendin.

Di encamnameyê de hat diyarkirin ku konferans bi tevlîbûna 150 delegeyên ji hemû pêkhateyên Suriyeyê, Rojhilata Navîn û cîhanê yên ku lêgerîna wan a alternatîfa dijî sîstema kapîtalîst heye hatiye lidarxistin.

Di encamnameyê dehat destnîşankirin ku konferans li ser mijarên “Neteweya demokratîk û konfedralîzma jinê” û “Rol û misyona jinên ciwan di avakirina neteweya demokratîk”, di çarçoveya felsefeya Rêber Abdullah Ocalan de gotubêj hatine meşandin.

Di berdewama encamnameyê de hat diyarkirin ku ji konferansê nêrîn û biryarên girîng derketinê û encam derketine wiha hatin rêzkirin:

“Nirx û hêza herî bi wate ya ji bo azadiya jinê ji aliyê Rêber Apo ve hatiye dayîn. Di vê bingehê de perspektîf û nexşerêya şoreşa jinê diyar kiriye. Bi nêrîna estetîk ji fikir heya xwe parastina aktîf (arteşbûna jin) û ji beden heta xwe rêxistinkirinê, bingehek da avakirin. Li ser vî esasî tişta ku divê jinên ciwan ji bo xwe bikin têkoşîna azadiyê ye. Qibleya azadiyê jî azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye. Di vê çerçoveyê de ev biryar hatine girtin:

JI BO RÊBERTIYÊ

1- Di bingeha hemû xebat û fikirandinên xwe de azadiya fizîkî ya Rêber Apo esas bê girtin.

2- Di bin dirûşmeya kampanyaya ‘Jin Jiyan Azadî  Serbixe Azadî’ de ji Sûriye heta Rojhilata Navîn ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo eniyeke berfireh were rêxistinkirin.

3- Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo, li ser esasê dijberiya spora ku pêvegirêdanan çêdike û pergala mijandinê kûr dike, wekî alternatîf di bingeha civakên bi tendirûstî, exlaqî û polîtîk de li ser asta Rojhilata Navîn tûrnûvayên sporê yên jin werin rêxistinkirin û ev turnuva li Rojava were meşandin.

JI BO TÊKOŞÎN Û AVAKIRINA PARGALA JINÊN CIWAN

Jinên ciwan ji bo pêşdebirin û serxistina şoreşa jinê, 5 rêgezên birdozîya azadiya jinê ji xwere esas digirin. Di vê bingehê de nexşerêya xebatên xwe dide diyar kirin:

1-  Di avakirina sîstema konfederalîzma de jin aktîf rol digire ser milê xwe û pêşengtiyê jêre dike.

2- Ji bo avakirina konfederasyona jinên ciwan ya Sûriyeyê xebatên pêwîst dide meşandin.”

PEYAMA JI BO JINÊN KENYA

Piştî xwendina encamnameyê nameyek ku li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan ji bo jinên ciwan ên Kenyayê hatiye nivîsandin jî hat xwendin.

Di dawiya dê broşûrên bi navê, “Bi formula efsûnî ya jin jiyan azadî, avakirina modernîteya demokratîk” hatin belavkirin û dirûşmeyên wekî, “Jin jiyan azadî”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana gerîla” hatin berzkirin.