TJK-E’yê Çarşema Sor pîroz kir, parastina xweser silav kir

TJK-E’yê Çarşema Sor pîroz kir, bal kişand ser planên qirkirinê û parastina xweser a gelê Êzidî silav kir.

TJK-E’YÊ ÇARŞEMA SOR PÎROZ KIR

TJK-E’yê bi wesîleya Cejna Çarşema Sor a gelê Êzidî peyamek weşand. Di peyama Çarşema Sor de wiha hate gotin: “Gelê Êzidî ku 78 ferman bi serê wê hatine, di tevahiya dîrokê de desthilatdaran xwestiye ku asîmîle bike, ji baweriyên wê qut bike û ji cihên ku lê dijî sirgûn bike. Di sala 2014’an de bi êrîşên DAÎŞ’ê re komkujiyeke mezin pêk hat û gelek jin hatin revandin û windakirin. Gel xaka xwe neterikand, bi piştgiriya Tevgera Azadiyê jî parastina xwe ya xweser pêk anî û çete têk birin.”

Di peyamê de ev tişt jî hatin diyarkirin:

“Dewleta Tirk a faşîst bi konsepta îmha û înkarê nêzî gelê Kurd dibe û her carê PDK’ê jî dide gel xwe û dixwaze planên xwe yên qirkirinê pêk bîne. Ev komkujiyên li dijî gelê Êzidî jî encameke van polîtîkayan e. Gelê Êzidî rê neda van zextan, paratina xwe ya xweser pêş xist, hebûn û baweriya parast û rêxistinbûna xwe ya xweser afirand.”