Kuştina jinê bi gotina 'xwekuştinê' tê nixumandin

Parlamentera Wanê ya DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît anî ziman ku kuştina jinê bêyî ku bi rengekî berfireh bê lêkolîn weke 'xwekuştinê' tê qeydkirin û ev yek jî cihê gumanan e.

QIRKIRINA JINÊ

Zêdebûna bûyerên kuştina jinê bi daneyên komeleyên jinan jî eşkere dibe. Li gorî rapora sala 2023'an a Platforma Em ê Kuştina Jinê Rawestînin, 248 jin bi gumanbarî mirin, 315 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. Li gorî daneyên sê mehên destpêkê yên sala 2024'an ên platformê 151 jin hatin qetilkirin, 59 ji wan bi gumanbarî mirin. Di rapora Adara 2024'an de hate ragihandin ku ji 25 jinên hatin qetilkirin 21 jin bi 'gumanbarî jiyana xwe ji dest dan'.

Di rapora Komeleya Jinê ya Star de ya li Wanê ku Mijdara 2023'an eşkere kir, di nava du salên dawî de li Wanê 23 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin, 6 jin ên kêmî 18 salî û 11 jin ên di ser 18 salî re 'xwe kuştin'. Li gorî raporê 13 jin ji aliyê personelên rêxistina ewlekariyê ya cemaweriyê ve hatin qetilkirin. Di rapora sala 2022'an a Komeleya Jinê ya Star de 17 bi gumanbarî jiyana xwe ji dest dan. Kuştina jinê di sê mehên destpêkê yên sala 2024'an de dewam kir. Li Wanê di Nîsana 2024'an de gelek jin bi gumanbarî mirin. Li TOKÎ yên li n avçeya Artemêtanê di 16'ê Nîsanê de jineke ciwan bi navê Şukran Badakûl bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da.

POLÎTÎKAYA BÊCEZAHIŞTINÊ

Parlamentera Wanê ya DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît anî ziman ku li Wanê pirsgirêkên jinan roj bi roj zêde dibin û got, "Bi taybetî gelek jin bi gumanbarî mirin ku salên dawî bi taybetî weke qeza yan jî xwekuştinê hate ragihandin. Tundiya li dijî jinê bi rengê binpêkirina mafên mirovan li her qada jiyanê dewam dike. Di atmosfereke siyasî de ku newekheviya zayendî kûr bûye û hewl tê dayin serweriya mêr bê xurtkirin, ev yek hîn bi şênberî tê dîtin. Bi taybetî rewşa zayendîperest a civakî ya dûrî edaletê, her wiha çanda jiyanê ya li gorî vê yekê û polîtîkayên bêcezahiştina tundiyê vê yekê xwedî dike. Erka dewletê, mewzûata heyî bi cih nîne û Peymana Stenbolê betal kir. Lewma tundiya li jinê û kuştina jinê ji bûyereke edlî wêdetir bûye mijareke bi têgihiştina polîtîk tê kirin."