TJA: Darbe li jinan hat kirin

Tevgera Jinên Azad (TJA), li ser betalkirina parlamenteriya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag daxuyaniyeke nivîskî weşand.

TJA'yê nerazîbûn nîşanî betalkirina parlamenteriya Yuksekdag da û destnîşan kir, ku ev yek 'darbeya li jinan' e.

Tevgera Jinên Azad (TJA), li ser betalkirina parlamenteriya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya TJA'yê de hat bibîrxistin, ku Yuksekdag ji aliyê bi mîlyonan kesî ve hatiye hilbijartin û hat destnîşankirin, ku betalkirina parlamenteriya Yuksekdag, êrîşek li dijî hevserokatiya li rêveberya partiyên siyasî, hevserokatiya li rêveberiya şaredariyan û jiyana wekhev a azad e.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ji ber ku Fîgen Yuksekdag, mozaîkeke biratiya gelên Kurd û Tirk e ku hewl tê dayîn li zemîna siyaseta demokratîk bê avakirin. Betalkirina parlamenteriya wê, darbeyek li hemû jinên li Tirkiyeyê siyasetê dikin, e."

TJA'yê destnîşan kir, ku jin xwedî wê dînamîkê ye ku bi azadbûna xwe re dikare civakê azad bike û got, "Ji ber vê yekê, jin weke hedefa sereke tê dîtin. Lê divê ev yek baş were zanîn; jinan ti carî serî netewand û wê netewînin."

Di dawiya daxuyaniya TJA'yê de hat gotin, "Fîgen Yuksekdag wekîla bi mîlyonan mirovî ye. Ev rastî wê her bi vî rengî be. Em bang li hemû gelan dikin ku li dora Fîgen Yuksekdag têkoşîna azadiyê mezin bikin."