Şervana da dû rastî û azadiyê: Çagla Ûzûn

Şervana YPJ'ê Çagla Ûzûn, ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest da, nameyek li dû xwe hişt û got, "Min azadî û rastî di xwendinê de nedît. Di têkoşîn û şer de dît. Rastî ji bo min li çiyê ye."

Xebatkara berê ya Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) şervana YPJ'ê Çagla Ûzûn (Amara Semsûr), ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest da, jineke welê bû ku hê di zarokatiya xwe de li ber polîtîkayên tinehesibandin û zexta sîstema serdest a li dijî mêr, rabû. Ûzûn bi rengekî çalak cihê xwe di nava têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd de girt. Malbata Ûzûn beriya niha bi salan, ji ber zextên giran ên dewletê, neçar ma ji Semsûrê koçî Edeneyê bike.

Ûzûn li Edeneyê ji dayik bû û di zarokatiya xwe de Tevgera Azadiyê ya Kurd nas kir. Piştî ku li Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) a Edeneyê perwerdeya defê dît, wextekê qurs da xwendekarên zanîngehê. Ûzûn ku mezina malbata ji du zarokan e, vediguhere jineke ciwan a gelekî jê tê hezkirin. Bi jidilbûna xwe, bi sekna xwe ya têgihiştî, bi rûketiya xwe tê hezkirin. Dayik Sever Ûzûn qala Çagla kir.

MÎRATEYEKE WELÊ LI DÛ XWE HIŞT, KU...

Dayik Sever Ûzûn bi gotina "Çagla tevî emrê xwe yê biçûk jî di nava têkoşîneke mezin de cih girt" dest bi axaftina xwe kir û got, "Mîrateyeke ewçend mezin ji min re hişt! Ku ez li ser fikirîm, bê çawa dikarim vê mîrateyê hilgirim. Keça min li dijî çeteyên DAIŞ'ê yên kujerê jinan, têkoşiya. Ez bi wê serbilind im."

LI BER SÎSTEMA PERWERDEYÊ RABÛ BÛ

Dayik Ûzûn da xuyakirin, ku keça wê di dema dibistanê de çewtiya sîstema perwerdeyê dît, li ber vê sîstemê rabû û wiha dewam kir: "Mamosteyên wê digotin, 'Çagla gelekî me û sîstemê rexne dike. Ev zarok gelekî anarşîst e'. Çagla gelekî hez ji hunerê dikir. Gelekî hez ji defa xwe dikir. Digot, 'Def qîrîna jinê tîne bîra min'. Li hemberî şîdet û zexta li jinê dihat kirin, gelekî bi hêrs dibû. Ji jinên di nava sîstema kapîtalîst de xwe winda dikir, gelekî aciz dibû. Dixwest di vî warî de hevalên xwe yên jin zane bike û bi wan re nîqaş dikir."

'EŞQA RASTÎ, CIVAKEKE AZAD E'

Dayik Ûzûn ev gotina Çagla Ûzûn bibîr xist; "Eşqa rast, civak û welatekî azad e. Eger tu nebûbe keseke/î civakeke azad, hingî eşq jî lîstikeke pûç a sîstemê ye" û anî ziman, keça wê hewl dida hemû jinan vebêje.

Dayik Ûzûn diyar kir, keça wê ji bo jinên li pêş çavên tevahiya cîhanê bûn hedefa êrîşên zayendî, hatin kuştin û firotin rizgar bike, têkoşiya ye û got, "Çag her tim ev tişt ji me re digot: 'Li pêşberî vê hovîtiyê, li pêşberî komkujiyên ji aliyê dijminên jin û zarokan ve tên kirin, hûn çawa dikarin bêdeng bimînin? Dayê ez nikarim îdare bikim, bêhn li min diçike."

Dayik Ûzûn herî dawî got, "Mîna ku her roj diçe dibistanê, ji malê derket. Tenê li pişt xwe nihêrî û bi wê rûkeniya xwe li min temaşe kir. Rûyê wê yê ku her tim li ken bû, vê carê bi rengekî cuda keniya bû. Derket û çû. Piştî wexteke kurt min nekarî êdî bi rêya telefonê pê re baxivim. Û careke din nehat."

Çagla Ûzûn nameyek bi gotina 'Bi min serbilind bin' hişt û ev peyam da malbata xwe, jinan û tevahiya cîhanê:

"Malbata min a hêja. Ez êdî diçim cih û warên rastiyê, diyarên pîroz ên lê azad im. Evînek di dilê min de heye, êdî diçim ji bo vê evînê bijîm. Ez dixwazim hûn bi vê zanibin; welatparêzî bi xwendina li dibistana sîstemê nabe. Ji xwe haya we jî ji vê heye. Min azadî û rastî di xwendinê de nedît. Di têkoşîn û şer de dît. Rastî ji bo min li çiyê ye. Ez êdî naxwazim îşkenceyê li xwe bikim û mîna koleyan bi saetan li dibistana sîstemê bimînim. Di vê biryara min de, bandora we û bandora dibistana ku her roj diçim, heye. Zexta 'xwendinê' ya ku we li min dikir, min tengav dikir. Timî bixwîne, bixwîne, bixwîne... Rast e mirov hene ku bi rêya xwendinê gihîştine rastiyê, lê li dibistanên sîstemê negihîştin vê rastiyê. Lê belê herî zêde rewşa gelê min, têkoşîna şervanên azadiyê û Rêbertî hatin pêş çavên min. Ev biryara ku min girtiye, wê min bigihîne rastiya şehîdan û heqîqetê. Di tevahiya emrê min de, tenê yên kuk min bigihîne rastiyê, bandor li min kirin. Hêvîdar im yekane rastiya di jiyana we de, wê têkoşîna we ya bi rûmet be. Û dayê... Dayika min, cana min; tu dayikeke ku li her derê, bi her şêweyî têdikoşe ye. Ez bawerim tu yê piştî min jî bi serbilindî têbikoşe. Min herî zêde ji vî tebîetê te yê têkoşînê hez kir. Tu jineke şervan e. Gotineke Rêbertî heye, ku dibêje, 'Mirovê şer dike azad dibe, yê azad dibe bedew dibe, yê bedew dibe jê tê hezkirin'. Mebesta min ev e. Şer bike dayê şer bike, şer bike ku tu azad bibe! Ez ê jiyana xwe ya nîvcomayî li vir bidomînim. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe ez ê bixebitim. Dema şehîd ketim, dayê tu min bi tilîliyan bispêre axê. Em bi bedenên Egîdan, bi ruhê Zîlan û Bêrîtanan gihîştin roja îro. Û sonda min ji wan re heye; ez ê di vê rêyê de bimeşim!"