RAJIN: Em ê çapemeniya jina azad geş bikin

RAJIN’ê Roja Nûçegihanên Kurdistanê pîroz kir û got: ‘’ Heta ku em bigihijin wê sîstema civakî ku jin, civak bi azadî lê dijîn, em ê çapemeniya azad a jinê geş bikin, di rêya heqîqetê de meşa xwe bidomînin.’’

Yekîtiya Ragihandina Kurdistanê ya Jinê (RAJIN) ji bo 22’yê Nîsanê, Roja Nûçegihanên Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî da.

RAJIN’ê got, ‘’22’yê Nîsanê Roja Nûçegihanên Kurdistanê li hemû kedkarên çapemeniyê yên ku bi fikr, qelem, çalakiya xwe ked dane ji bo çapemeniya azad geş bibe, pîroz be!’’ û wiha domand:

Li Kurdistanê çapemenî lêgerokê heqîqetê, avaker û dengê heqîqetê ye. Gelê Kurd ê ku heqîqta wê hate berevajîkirin, hebûna wê tine hate hesibandin, ziman û çanda wê demeke dirêj hatî qedexekirin, li gel giyanê têkoşer her wiha perspektîfa jiyana azad jî serwerî xeta weşanê kir û kevnşopiyeke çapemeniyê afirand. Di vejîna gelê Kurd de û di têkoşîna azadiyê de çapemenî ristekî pir girîng bi cih anî.

Kevneşopiya çapemeniyê a 119 salî ku 22’yê Nîsana 1898’an piştî ku Mîktad Mîthat Bedirxan yekem rojnameya Kurdî li Qahîreyê derxist û dest pê kir, bi berdêldayinên giran bi teşe bûye, di têkoşîna azadiyê ya gelan, jinan, çewisandiyan de rê li ber geşedanên girîng vekiriye. Kevneşopiya ku bi rojnameyeke li mişextiyê dest pê kirî, di salên pey re li ser zemîna welêt hatiye veguhaztin, bûye xwedî rêxistiniyeke berbelav û kûr. Ev kevneşopiya berxwedanê ye ku ji Mazlûm Dogan heta bi Gurbetellî Ersoz, Apê Mûsa, Ferhat Tepe, Şîlan, Deniz, Mazlûm Erencî, Rohat Aktaş, Arhat, Nûjiyan, Evîndar Cûdî ta bi Evîn Buldanan hatiye. Di şopa wan de ku di rêya heqîqetê de serî didin lê razê nadin, di şopa wan de ku bi têkoşînê jiyanê azad dikin bi qada çapemeniyê de qonaxeke nû vekiriye. Ji ber vê sedemê jî çapemeniya Kurd li qadên ku tim berê lûleyê li wan we, zindan veguheriya amûra geflêxwarinê li pey şopa heqîqetê çûye. Ti şik û guman jê nîn e ku mîrate û kana me ya herî mezin a hêzê ev kevneşopiya berxwedanê ye. Ev kevneşopiya berxwedanê di heman demê de derbirîna berpirsyariya me ye jî.

 ‘ÇAPEMENIYA KURD KAREKTEREKÎ ŞOREŞGER BI XWE RE ANÎ’

Çapemeniya jin di kevneşopiya çapemeniya azad de rêçeke nû vekiriye, karekterekî şoreşger bi xwe re aniye. Çapemeniya azad a jinê xwedî cihekî girîng e ku kiriye kod û zimanê hişmendiya baviksalariyê li  paş bimîne, nûçeyên têkildarî tundiya li ser jinê ya bi destê dewletê û zilêm bibe xwedî nirxekî. Ev kevneşopî ku bi pêşengiya Gurbetellî Ersoz dest pê kirî, bi Şîlan Kobanî, Deniz Firat, Nûjiyan Erhan, Evîn Buldan berdewam kirî, çapemî kire qada herî mezin a berxwedanê. Li wê dera ku jiyan lê heye, li devera ku çalakî lê heye ango di ew kêlîkên ku azadî lê pêk tên, kevneşopiya çapemeniya azad pêk anîne.

‘JI BO KEVNEŞOPIYA ME BIÇE SERÎ…’’

Di demên dawî de li Bakurê Kurdistanê, li Şengalê, li Rojava di hedefa çerteyên DAIŞ, PDK, AKP’ê de pêşî çapemeniya azad û bi taybetî jî çapemeniya jin hebû. Sedema vê jî bêguman ew e ku çapemenî heqîetê derdixîne holê û hêza wê ya ku wê digihîne gel, xebatên serketî ên nûçegihanên jin e ku sincê çapemeniyê temsîl dikin. Ev hemû nîşan didin ku em çi qasî nêzî rêya heqîqetê dimeşin. Lê em pê dizanin ku hê çi qas rê heye ku divê em bimeşin. Berpirsyariya me heye ku em bi berpirsyariya avakirina jiyana azad weşanê bikin û di guherîna jiyana civakî de çapemeniyê xurtir bi pêş bixin û birêxistin bikin. Heta ku hişmendiya zayendîparêz, desthilatdarxwaz, nîjatperestî, hiyerarşîk em li pey xwe nehêlin û avaniyên civakî li pey xwe nehêlin ev kevneşopî wê negihiştibe hedefa xwe. Heta ku em bigihijin wê sîstema civakî ku jin, civak bi azadî lê dijîn, em ê çapemeniya azad a jinê geş bikin, di rêya heqîqetê de meşa xwe bidomînn.

Em hemû kedkarên çapemeniyê ku keda wan di geşbûna vê têkoşînê de heye pîroz dikin û 22’yê Nîsanê Roja Nûçegihanên Kurdistanê careke dî li wan pîroz dikin.’’