Qeyûm, midûrekî mêr li Midûriya Jinê ya li Mêrdînê wezîfedar kir

Qeyûmê AKP'ê kesekî bi navê Abdurrahman Bîngul li Midûriyeta Daîreya Polîtîkayên Jinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê wezîfedar kir. Femînîst, hiqûqnas Hulya Gulbahar ev yek weke rewşeke 'trajîkomîk' bi nav kir.

Mîna li gelemperiya Bakurê Kurdistanê, li Mêrdîn û navçeyên wê jî, qeyûmên li şûna vîna gel Hevşaredaran hatin bicihkirin, weke karê destpêkê navendên jinan girtin. Niha jî li Mêrdînê, ji bo saziyeke ku têkildarî jinan biryarê dide, mêrek weke midûr hat wezîfedarkirin.

Piştî ku Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ji aliyê qeyûm ve hat dagirkirin, di destpêkê de xebatkara Midûriyeta Tenduristiyê Mehtap Bîngul li Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinê ya Şaredariyê hat bicihkirin. Piştre jî li şûna Mehtap Bîngul, pismamê wê Abdurrahman Bîngul ku li Midûriyeta Tenduristiyê dixebitî, li Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinê weke midûr hat bicihkirin.

Li vê saziyê, di dema şaredariya DBP'yî de hemû xebatkar jin bûn û biryar jî ji aliyê jinan ve dihat dayîn. Lê niha mêrek weke rêveber li vê saziyê hatiye bicihkirin.

'REWŞEKE TRAJÎKOMÎK E'

Ji aktîvîstên femînîst ên navdar li Tirkiyeyê hiqûqnas Hulya Gulbahar der barê mijarê de ji me re axivî û diyar kir, bicihkirina mêrê bi navê Abdurrahman Bîngul weke midûr li Midûriyeta Daîreya Polîtîkayên Jinê, rewşeke trajîkomîk e.

Parêzer Gulbahar bal kişand ser peyama bi vê yekê re dixwaze bê dayîn û got, "Peyam diyar e: Hemû biryarên têkildarîjinan em mêr didin, em hemû polîtîkayan diyar dikin û bi cih tînin; divê jin zêdegaviyê neke, di nava desthilatdarî û fermana mêr de bixebitin'. Ji bo ev hewldana trajîkomîk bê temamkirin, ya wê hemû xebatkarên vê daîreyê bikin mêr, yan jî wê midûriyetê bi temamî bigirin."

'EV YEK CUDAHIYA NAVBERA DU PARTIYAN RADIXE PÊŞ ÇAVAN'

Parêzer Gulbahar destnîşan kir, ev tayînkirin cudahiya navbera du partiyan bi rengekî zelal radixe pêş çavan û wiha dewam kir: "Dema mirov li DBP'ê dinêrin, dibînin ku bi têgihiştina 'nîvê gel ji jinan pêk tê' karê şaredariyê dike. Di temsîlê de hewl dide edaletê pêk bîne û li her qonaxê sîstema hevserokatiyê bi cih bike. Di diyarkirina polîtîkayên şaredariyê de jin xwedî mafê gotinê ye. Li hemû şaredariyan saziyên Daîreya Polîtîkayên Jinê, navendên piştgiriya jinê ya li dijî şîdetê bi pîvanên femînîst têdikoşe, stargehên jinan û Xeta Alo Şîdet, ku hemû rêveber û xebatkarên wan ji jinan pêk tê, hatine avakirin."

Gulbahar da zanîn, AKP jî piştî ku hat ser desthilatdariyê, di serî de wezareta jinan gelek saziyên jinan ên bi têkoşîneke mezin hatin bidestxistin, girt an jî bêkêr kir.

'EM Ê LI BER XWE BIDIN'

Parêzer Gulbahar destnîşan kir, girtina komeleyên jinan, binçavkirina aktîvîstên jin bi sedemên pûç ya jî girtina wan, belasebep nîne û got, "Di nava rewşa xumamî ya Rewşa Awarte de, dixwazin jinên li ber polîtîkayên li dijî jinê rabin bêdeng bikin, destketiyên saziyî û qanûnî yên 30 salên dawî yên tevgera jinê ji holê rakin.

Lê belê, ne cihê gilî û gazinan e. Em ê têkoşîna xwe bidomînin, heta dawiyê em ê li ber xwe bidin. Wê rojekê rewş biguhere û em ê komele û saziyên xwe ji berê xurtir ava bikin."