Nasnameyên 2 gerîlayên YJA-Starê hatin eşkerekirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, nasanmeya 2 gerîlayên YJA-Star ên ku di 11 Çileyê de jiyana xwe ji dest dabûn, eşkere kir.

Navenda HPG'ê di daxuyaniya dayî de têkildarî herdu gerîlayan ev agahî da:

"HPG'ê, 11 Çileyê gerîlayên me yên YJA-Star Elefterya Mahîr û Viyan Gabar dema ku li ser erka xwe bûn, ji aliyê çeteyên AKP/Qesrê ve hatin ferqkirin. Li cihê ku hevalê me lê bûn operasyonek hate lidarxistin û di encamê de 2 hevriyên me şehîdbûn."

Nasnameya gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

Nasnav: Elefterya Mahîr
Nav û Paşnav: Zuleyha Tûrhan
Cihê Jidayîkbûnê: Sêrt
Navê Dayîk-Bav: Hediye - Alî
Cih û Dîroka Şehadetê: Sêrt /11 Çileya 2017 
 ***
Nasnav: Viyan Gabar
Nav û Paşnav: Pinar Ateş
Cihê Jidayîkbûnê: Amed
Navê Dayîk-Bav: Aysel – Mehmet Emîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Sêrt /11 Çileya 2017