Marhan a li ser rêya çalakiyê ji ber qezaya trafîkê jiyana xwe ji dest da

Welatparêza Kurd Hediye Marhan a ku li bajarê Elmanya Hambûrgê diçû çalakiyê, roja Şemiyê qezaya trafîkê derbas kir. Marhan duh jiyana xwe ji dest da.

Welatparêza Kurd Hediye Marhan a ku li bajarê Elmanya Hambûrgê diçû çalakiyê, roja Şemiyê qezaya trafîkê derbas kir. Marhan duh jiyana xwe ji dest da.

Endama Meclîsa Jinê ya Rojbîn a Hambûrgê Hediye Marhan, roja Şemiyê ji bo pîrozkirina salvegera damezrandina PKK'ê û bîranîna Tahîr Elçî, diçû çalakiyê lê qeza derbas kir. Marhan a di qezayê de birîndar bû, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Meclîsa Jinê ya Rojbîn a Hambûrgê bi rêya medya civakî peyamek weşand û diyar kir ku Marhan a bi salên dûr û dirêj têkoşiya, jiyana xwe ji dest da. Di peyamê de ji bo Marhan hat gotin, "Em ê te her tim bi vî rengî bibîr bînin. Hevrêya me ya zindî û xwedî dilekî bedew..."