BI DÎMEN

Li ser kampanya 'Name ji Rêber Apo re' semîner hat lidarxistin

Li ser kampanya "Name ji Rêber Apo re" ku ji aliyê TJK-E ve ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan hatiye destpêkirin, li bajarê Mannheîmê semînerek hat dayîn.

Li ser kampanya "Name ji Rêber Apo re" ku ji aliyê Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) ve ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan hatiye destpêkirin, li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê semînerek hat dayîn.

Endamên Meclîsa Jinê ya Ronahî û Bêrîvan tevlî vê semînera li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bûn û bi rengekî çalak beşdarî kampanya nameyan bûn.

Piştî semînerê daxuyaniyek hat dayîn û hat ragihandin, ku bi sedan name hatine nivîsandin. Hat gotin, kampanya wê hê bidome.

Semîner bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Jin Jiyan Azadî" qediya.