Li Enqere û Îzmîrê jinan gotin ‘NA’

Jinên ku li Enqere û Îzmîrê li hev kom bûn, çend roja mayî ji referandûma 16’ê Nîsanê re, sedemên ku bibêjin ‘NA’ qîr kirin.

ENQERE

Jinên li Enqerê ku çend roj mayî ji refernadûmê re, di aktivîteya lidar xistî de carekî din şîara ‘NA’yê anîn ziman. Di encama xebatên mehekê ya Plaftorma Jinan a Enqerê ya ‘NA’yê birêve dibirin de, bi aktivîteya li ser Rêya Sakaryayê lidar xistin bi dawî kirin. Jinên ku bi cil û berên xemrî û dowîzên li ser ‘NA’ hatibûn nivîsandin li hev kom bibûn, ji homofobiye, şide, destdirêjî, destavêtin û ‘sîstema yek kesî’re gotin Na. Jinên ku lêxistina def û tilîliyan strana ku ji bo ‘NA’ yê vehonandî xwendin, tevî hemû astnegiyên polîsan jî aktivîteya xwe domandin.

Endama Plaftorma Jinan a Enqerê Yûrdagûl Çabat a ku di aktivîteyê de axaftinek kurt kir diyar kir ku weke jin wê piştî referandûmê jî xebatên xwe bidin domandin û got: “Em hemû jî baş dizanin ku li vî welatî jin û mêr jî di nav de ne destûra bingehîn a ku rejîma yek kesî tîne, pêwîstî bi destûrekî demokratîk ku mafê jiyanê yê wekhev û heqê wekhev bixe bin gerantiyê heye. NA’yên me ji bo destûrekî bingehîn a bi vî awayî ye.”

Çabat a ku destnîşan kir ku welat radestî ‘rejîma yek kesî nake’ û got: “Bê ku cudahî ji bo bawerî, ziman, ol, nîjad, zayend bê diyarkirin, meclîsa ge ku li ser esasê demokrasiyê ye. Ne ji bo ciwanan li ber çavan mafê hilbijartin û hilbijêriyê; ji bo jiyanekî bi tendurist, ewlekariya kar û siberojê û perwerdehiya bêpere ‘NA’ ji bo hemû jinan.”

ÎZMÎR

“Jinên Dibêjin NA yên Îzmîrê”, çend roj mayî ji refernadûmê re li ketina Sûka Kemeraltiyê li hev civiyan, gotin ‘AN’. Di çalakiya gelek jin beşdarbûn de, pankarata ku ‘NA’ li ser hatibû neqşkirin vekirin, dowîzên bi nivîsên “NA’yên jinan”, “Jin dibêjin Na” û “Jin bi hev re bi hêz in” bilind kirin. Di çalakiya dirûşmên “Jin bi hev re dibêjin NA” û “Jin bibin yek û dawî li hovîtiyê bînin” qirkirin de, jinan sedemên ku dibêjin NA rêz kirin, welatiyên derdor jî bi çepikan piştgiriya wan kirin.

Di çalakiyê de li ser navê jinan Evrîm Kûrtoglû axivî, bang li hemû jinan kir ku ji bo refernadûma ku wê roja Yekşemê bê dengdan bêjin NA.