Li Çukurovayê jinan banga parastina cewherî kirin

Li Mêrsîn û Antalyayê jinan diyar kirin ku dewlet di 10 salên dawî de bi polîtîkayên şerê taybet jinan hedef digire û li dijî polîtîkayên dewletê banga parastina cewherî kirin. 

POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET ÊN LI DIJÎ JINAN

Li Mêrsîn û Antalyayê polîtîkayên şerê taybet ên dewleta Tirk ku di demên dawî de zêde bûne, hat protestokirin. 

MÊRSÎN

Platforma Jinan a Mêrsînê têkîldarî tundiya li ser jinan ku di demên dawî de li bajarên Tirkiye û Kurdistanê zêde bûye, li Kolana Ataturkê daxuyanî dan. Bi dehan jinên ku li ser Kolanê kom bûn pankarta "Em bêdeng nabin, natirsin û îtaat nakin" vekirin. Jinan gelek caran dirûşmeyên "Jin, jiyan, azadî", "Mêr lê dide, dewlet diparêze" berz kirin. Li ser mijarê endama platformê Gonca Ocakçi daxuyanî da.

Ocakci anî ziman ku dewlet li dijî jinan polîtîkayên şerê taybet dimeşîne û da zanîn ku ew li dijî polîtîkayên şerê taybet ên dewletê bêdeng namînin û wê nemînin. Ocakci diyar kir ku polîtîkayên dewletê dijminatiyê geş dike û ev rewş jî tundiyê zêde dike. 

ANTALYA

Gelek endamên Meclîsa Jinan a Antalyayê ya Partiya Demokratîk a Gelan (DEM Partî) jî li Qada Attalosê pankarta "Em ê rê nedin tacîz û kedxwariyê" bertek nîşan dan. Di daxuyaniyê de endama meclîsê Songul Şarkli axivî û got ku polîtîkayên şerê taybet a desthilatdariyê bi sal in jin, ciwan û zarokan hedef digire.

'EM Ê BI PARASTINA CEWHERÎ BERSIV BIDIN'

Songul Şarkli diyar kir ku Kurdistan ji aliyê dewletê ve tê bêeslkirin û wiha got: "Em Tevgera Azadiya Jinên Kurd careke din diyar dikin ku em ê li her derê cîhanê bi taybet li Kurdistanê li hemberî her curê bêexlaqî, tundî û bêedaletiya li ser jinan bêdeng nemînin û bi rêxistinbûna xwe ya civakî mafê xwe yê parastina cewherî pêş bixin."