Meclîsa Kongra Star a Qamişloyê: Divê azadî were bidestxistin

Kongra Star a Qamişloyê têkildarî serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî” li bajarê Qamişloyê daxuyaniyek da û diyar kir, ku divê têkoşîna ji bo bidestxistina azadî û demokrasiyê dewam bike.

Meclisa Kongra Star a bajarê Qamişloyê bi wesîleya  2’yemîn salvegera serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku bi qetilkirina Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir û  heya Hindistanê dewam kir, li pêşiya Avahiya Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişloyê daxuyaniyeke nivîskî da. Daxuyanî ji aliyê Berdevka Kongra Star a bajarê Qamişloyê Îbtîsam Hisên ve hate xwedin.

Di destpêka daxuyaniyê de bal hate kişandin ku hêzên desthilatdar û kapîtalîst koledariyê li ser jinan ferz dikin û ev yek hatin gotin: “Bi hezaran salan e jin ji aliyê sîstemên zayendperest, olperest û neteweperest ve hatiye kolekirin, bişaftin, tunekirin , qirkirin û dagirkirin. Hêzên desthilatdar û mêrparêz jinan ji nedîtî ve dibînin û li gorî bercewendiyên xwe bi kar tînin. Sîstemên kapîtalîst û desthilatdar baş dizanin ku wê bi azadî, cehwer û zanista  jinan  desthilatdariya wan bikeve metirsiyê û ji hole rabe. Ji ber wê yekê jî li dijî jinan serî li hemû hemû rê û rêbazan şerî didin.’’

BI FIKR Û FELSEFEYA RÊBER APO DEST PÊ KIRIN

Îbtîsam Hesen di berdewamiya daxuyaniyê de da zanîn ku jin ji bo nirxên mirovahiyê têdikoşin û ev yek anîn ziman: “Ev demeke pir dirêj e jinên pêşeng li çiyayên azad ji bo azadiya xwe, hebûna xwe, nasnameya xwe , wekheviya zayendî, azadiya gelê Kurd û mirovahiyê li ber xwe didin. Her wiha Şoreşa Jinan a li Rojava ji aliyê dewleta Tirk a dijminê jinan ve tê hedefgirtin. Ne tenê li Rojavayê Kurdistanê,  li her çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê û bi taybet jî serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku çirûska xwe ji Şoreşa Rojava girt, ji aliyê hêzên desthilatdar ve tê hedefgirtin. Rejîma Îranê bi sîstema xwe ya zayendperest  hewl dide ku bi ferzkirina lixwekirina desmalan mejiyê jinan tarî bike û bê rol bihêle. Lê belê li hemberî van kiryaran jinên rojhilatê Kurdistanê û Îranê rabûn ser piyan û serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi fikr û felsefeya Rêber Apo dane  destpêkirin û belavî hemû bajarên Îranê kirin.  Dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ne tenê li Îranê li belavî hemû cîhanî bû û ji hemû jinên cîhanê re bû ilhameke mezin. Nerîna Rêber Apo tekez kir ku sedsala 21’an wê bibe sedsala azadiya jinan.’’

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bi dehan jinên serhildêr ji aliyê Rejîma Îranê ve bi awayekî dermirovî hatine darvekirin û ev yek hatin gotin: ‘’Bi dehan jinên ku rabûn ser piyan û li hemberî sîstema Îranê serî hildan hatin girtin û cezayên darvekirinê li  wan hate birîn. Mîna Zeyneb Celaliyan, Pexşan Ezîzî, Şerîfe Mihemedî û bi dehan jinên din ên serhildêr.  Li Başûrê Kurdistanê  jinên rojnemevan Gulistan Tara, Hêro Bahadîn, Nagîhan Akarsel, li Parîsê Sakîne Cansiz, Evîn Goyî, li Rojavayê Kurdistanê Hevrîn, Zeyneb, Jiyan Tolhdilan, Rîhan Amûdê, Yusra Derwîş, Xalîda Mihemed, Sîwan Fatimê û bi sedan jinên leheng li hemberî vê zihniyetê li ber xwe dan kirin û şehîd bûn. Her wiha jinên Efxanistan û Hindistanê bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ serî radikin û li ber xwe didin.’’

Di dawiya daxuyaniyê de 2’yemîn salvegera serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hate silavkirin û bi van gotinan bi dawî bû: ‘’Em weke Meclîsa Kongra Star a bajarê Qamişloyê hemû şehîdên ku di vê oxirê de şehîd bûne, bi minetdarî bi bîr tînin û soz didin ku em ê têkoşîna wan berdewam bikin û xeyalên wan pêk bînin. Em bang li hemû jinên azadîxwaz, rêxistinên jinan û hemû jinên ku ji bo azadiya xwe têdikoşin dikin ku piştgiriyê bidin kampanya ‘Ji Darvekirinê re Na, ji Jiyana Azad re Erê’ Her wiha  piştgiryê bidin kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’  ku bes fikrên Rêber Apo dikarin bibin kilîta çareseriya hemû pirsgirêkan. Em ê asta têkoşîn û berxwedanê bilind bikin û Şoreşa Rojava bikin malê hemû jinên cîhanê.”