Komuna Jinê Warşîn ji bo azadiya Ocalan bi partiyên siyasî re rûnişt

Komuna Jinê Warşîn a li bajarê Gavle yê Swêdê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hin hevdîtin kir.

Heyetek ji sê jinên ji Komuna Jinê Warşîn, bi Serketerê Malî yê Partiya Karker a Sosyal Demokrat Tommy Berger, Ombûdsmanê Partiya Mûxafazakar M. Marten Stromberg û Endamê Meclîsa Şaredariyê Patrîk Stenvard re hevdîtin kir. Piştre tevlî civîna Desteya Rêveber a Partiya Çep bû.

Heyetê di hevdîtinan de ragihand, ku ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve tecrîdeke giran li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye, destûra hevdîtina parêzer û malbatê nayê dayîn û ev yek Kurdan dixe nava fikaran.

Heyetê bibîr xist, ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan û AKP'ê ji nû ve berê xwe dane şer, gelek bajarên Kurdistanê şewitandine û destnîşan kir, çareseriya pirsgirêkê bi hewldanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkane. Ji rêveberên partiyan jî xwestin, ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan bikevin nava tevgerê.

Nûnerên partiyan jî dan xuyakirin, ku ew bi fikar rewşa li Kurdistan û Tirkiyeyê dişopînin û ew ê daxwaza hewldana ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan, ji navenda partiyên xwe re ragihînin.