Jinên TJA û DBP’yî: Wê hêza me ya rêxistinkirî mezin bibe

Jinan êrişa polîsên Tirk a li ser mîtînga li Amedê protesto kirin û gotin “Em ê hêza xwe ya rêxistinkirî mezintir bikin.”

Tevgera Jinên Azad û DBP’ê di 16’ê Cotmehê de li Qada Îstasyona Amedê bi şîara ‘Êdî bes e ji nijadperestî û zayendperestiyê’ Niha dema azadiya jinan e’ mîtîngek li dar xistibûn. Jinan ji ber ku melesên kesk, sor û zer avêtibûn serê xwe, polîsan êrişî wan kiribû..

Jinên TJA û DBP’yî li avahiya bajêr a DBP’ê ev êriş şermezar kirin. 

Hevseroka bajêr a DBP’ê Seval Gulmez daxuyanî da û diyar kir ku li hemberî berxwedana jinan, hêzên desthilatdariyê êrişa li ser jinan didomîne.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Stranên me yên li hemberî pergala mêriksalar hatin qedexekirin. Bi hincetên beredayî destûr nedan ku jin pankartan bînin qada mîtîngê.

Bi hinceta ewlekariyê, pêkanînên wekî êşkenceyê di têketina qadê de hate kirin. Jinên ku ji bajarên din hatin, li sê bendên kontrolê li ser wan hate saxtîkirin. Heta kincên binî yên jinan hatin saxtîrkirin, solên wan hatin derxistin. Bi van lêgerîn û saxtîkirinên wekî tacîzê, alavên şexsî yên jinan hate desteserkirin. Parêzera Komeleya Jinan a Rosayê Elîf Tîrenç Îpek jî hate derbkirin û destgîrkirin. Li gorî qanûna parêzeriyê nabe ku li ser parêzeran saxtîkirin were kirin.

Polîsan mudaxeleyî melesên dayikan kir û bi hincetên biçûk xwestin jinan destgîr bikin û mîtînga me sabota bikin.  Kesên ku li ser navê ol û dayiktiyê siyasetê dikin, Dayikên Aştiyê destgîr kir û li mizgeftan ew dan sekinandin.

Di heman demê de strana bi navê  ‘Tu kî yî’ ya hunermend Devrîm Demîr jî hate qedexekirin. Dema Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz li ser tecrîda li ser rêzdar Ocalan axivî, polîsan dengê muzîkê bilind kirin.

Dem dema azadiya jinan e. Bi hevgirtina jinan û hêza xwe em ê li hemberî desthilatdariya mêran her dem têbikoşin. Em careke din diyar dikin, li hemberî zextên we em ê bi paş ve gavan neavêjin.”