Jinên Şirnexî: Jiyana li binê konan êdî gelekî zehmet e

Jinên Şirnexî yên cih û warên xwe neterikandin û li binê konan dijîn, dan xuyakirin ku bi sermayê re mayîna li binê konan gelekî zehmet e.

Jinan diyar kirin, zarokên wan nikarin biçin dibistanê û xwestin, qedexeya derketina derve demek ji ya din zûtir bê rakirin.

Qedexeya derketina derve ya li Şirnexê, ku di 14'ê Adarê de hat îlankirin, tevî ku şer qediya ye, hê jî dewam dike. Li bajarê ku ji sedî 90 ê nifûsa wê neçar ma koç bike, beşeke mezin a xanî û kargehan bi makîneyên kar hatin xerakirin û talankirin.

Bi qasî 10 hezar Şirnexiyên bajar neterikandine, li quntara çiyayên Cûdî û Gabarê ev 7 meh in li binê konan dijîn. Li herêmê hewa êdî dicemide, lewma jiyana li vir gelekî zehmet bûye.

Jinên li binê van konan, ji ANF'ê re qala jiyana xwe ya rojane kirin.

Gulbahar Kiliç da xuyakirin, ku rewşa heyî herî zêde bandorê li zarokan dike û got, "Beriya niha bi hefteyekê, ji bo dîtina mala xwe, em hewl dan biçin Şirnexê. Polîsên bi me hesiyan gule berdan hewayê û li pêş çavên zarokên min, hevjînê min binçav kirin. Keça min a biçûk, niha dema mirovekî xerîb dibîne ditirse ku wê tiştek bi serê bavê wê ve were û digirî. Ya jê mezintir timî porên xwe dipirçiqîne. Rewşê herî zêde bandor li wan kiriye. Dema bûyer qewimîn ez ducanî bûm, pitika min ji ber min çû. Jiyana li vir zehmet e, lê em ê vê derê neterikînin. Me heta niha hewl dan li vir îdare bikin, lê êdî hewa cemidî. Zivistanê berfa dibare bi metreyan erdê digire. Li binê van konan em ê nikaribin îdare bikin. Me bêriya kolanên xwe, cîranên xwe kirine. Em li vê derê hewl didin piştgiriya hev bikin û bi vî rengî bijîn. Lê heta kengî? Bila qedexeya derketina derve demek ji ya din zûtir were rakirin û em ê jî li gorî rewşa xaniyê xwe tevbigerin."

Şîrîn Tûnç anî ziman, ku gelek jinên ducanî li vê derê zarokên xwe anîne dinyayê, lê ji ber şert û mercan nikarin têr xwarinê bixwîn. Tûnç got, "Jin û zarok li vê derê gelekî nexweş dikevin. Jinên nû zarok ji wan re çêbûne, nikarin bi têrkerî xwarinê bixwin. Nikarin şîr bidin zarokên xwe. Tevî ku şer qediya ye, çima hê jî qedexe nayê rakirin? Yên xaniyên wan xera nebûne divê karibin vegerin, yên mîna me xaniyê wan xera bûne jî wê hewl bidin li van deran bijîn. Bi desteka şaredariyê em hewl didin li vir bijîn, lê wê piştre çi bibe? Dema hewa cemidî em ê çawa li vir bimînin? Yên qedexe kirine bila çareyekê bibînin. Bi rojan e avahiyên tişt bi wan nehatiye xera dikin. Me li binê konan pirsgirêka avê û elektrîkê çareser kir. Em nanê xwe li vir amade dikin. Ev der axa me ye, em ê vê derê neterikînin."

Hatûn Surer bibîr xist, ku beriya niha jî hewl dihat dayîn Şirnex were valakirin û got, "Dîsa hewl dan Şirnexê hilweşînin, bişewitînin. Ew dem baş tê bîra min. Lê ewqasî bi rengekî vekirî nekirin. Kes ewqasî zalim nebûn. Tevî ewçend zext û zordariyê jî me neterikandin û em ê niha jî neterikînin. Vê carê xaniyên me şewitandin, em li vir in. Em ê wan avahiyan ji nû ve çêbikin. Tevî 14 zarokên xwe ez ê li binê kon bimînim, lê neçim ti cihî."

Ayşe Çetîn anî ziman, ku zarok êdî bi şev dicemidin û diyar kir, hevserê wê bi mehan e nikare bixebite. Çetîn got, "Bi mehan e hevserê min bêkar e. Ti ji eşyayên me neman e. Derûniya zarokan xera bû. Timî pêlîstokên xwe dixwazin. Ti ji zarokên li vir dijîn naçin dibistanê. Gelo ne heyf e ji van zarokan re? Yên ku timî radibin di televîzyonan de dibêjin 'xwişk û birayên min ên Kurd' bila fedî bikin. Çima xaniyên tişt pê nehatiye xera dikin? Tevî her tiştî jî em ê ji vir neçin. Bi şev ev der êdî sar e. Konên baştir divê. Zivistanê wê rewş hê bêhtir xerab be. Pêwîste ji niha ve çareyek bê peydakirin."

Semra Kara da zanîn, ku ji ber koçeriyê ew bi jiyana li binê konan dizane û ragihand, divê pirsgirêka neçûna dibistanê ya zarokan derhal bê çareserkirin. Kara got, "Em hînî jiyana li binê konan bûne, lê belê zivistanê nabe ku mirov li vê derê di binê konan de bimînin. Em niha pirsgirêkan çareser bikin. Şaredarî jî hewl dide, niha pirsgirêkek mezin nîne. Lê belê li Şirnexê gelekî berf dibare. Zarok nikarin îdare bikin. Dibistan vebûne, lê em nikarin ti ji wan bişînin. Xaniyên me xera bûne, ti cihekî em biçin nîne. Dibêjin wê dest deynin ser erdê me. Nikarin dest deynin ser malê me yê bi tapû. Em ê careke din li wir xaniyê xwe çêbikin. Dema zarok serê xwe dişon, gelekî dicemidin. Bila qedexeya derketina derve bê rakirin, em ê jî biçin li wir bijîn. Ew Şirnexê xera dikin, em jî ji dûr ve li wan dinêrin. Em ê axa xwe ji wan re nehêlin."

...