Jinên Meletiyê di panela KJA’yê de kom bûn

Jinên ku li Meletiyê dijîn, di panela ku ji aliyê KJA’yê ve hate lidarxistin de kom bûn.

Hevparên Kongreya Jinên Azad (KJA) li Meletiyê li avahiya DBP'a bajar bi şîara "Ez xwedî li Rêberê xwe, axa xwe, azadiya xwe derdikevim" panelek li darxist. Di panale Parlamentera HDP'ê ya Amedê Sîbel Yîgîttalp û endama KJA'yê Ayşe Gokkan wekî axaftvan telîbûn de gelek jin amade bûn.

Destpêkê endama KJA'yê Ayşe Gokkan axavî û derbarê kampanyaya "Ez xwedî li Rêberê xwe, axa xwe, azadiya xwe derdikevim" de agahî da jinan. Gokkan anî ziman ku wê sedsala 21'an bide sedsala azadiya jinan û wiha got: "Divê dewlet ji dewletneteweyê bê derxistin û divê mekanîzmayek demokratîk ku mafê hemû gelan digire nava xwe bê avakirin."

YÎGÎTALP: PIŞTÎ KU WINDAKIRIN ÊRÎŞ KIRIN

Piştî Gokkan, Parlamentera HDP'ê ya Amedê Sîbel Yîgîttalp axivî. Yîgîttalp, balkişand ser mutabakada dolmabahçeyê û wiha axivî: "Dewlet di çarçoveya plana xwe ya hilweşandinê de li bajarên Kurdistanê hilweşandinek da destpê kirin. Her wiha rêxistinbûyîna kurdan jî dixwaze hilweşîne."

Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.

...