Jinên girtî ji bo Xerabê Bava dest bi girêva birçîbûnê kirin

Girtiyên Jin yên li Girtîgeha Girtî a Jinan a Sincanê dest bi girêva birçîbûn a bê dem û bê dorveger kirin.

7 girtiyên jin yên li Girtîgeha Sincanê, ji bo bûyerên ku li gundê Xerabê Bava yê navçeya Mêrdin Nisêbinê têne jiyîn û ji bo şermezarkirina şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên li girtîgehê şermezar bikin dest bi girêva birçûnê ya bê dem û bê dorveger kirin.

Girtiyan sedema girêva birçîbûnê ya ku duh dest pê kirî ji parêzeran re ragihandin û diyarkirin ku heta dorpêça li ser gundê Xerabê Bava ranebe  wê çalakiya xwe ya grêva birçûbûnê bi domînin.


Jinên ku dest bi grêva birçîbûnê kirine, çalakiya xwe bi şêweyekî nivîskî ji Wezîrê Edaletê re ragihandine.