Jinên Başûrî çûne Qendîlê

Jinên ji Başûrê Kurdistanê bi mebesta şermezarkirina Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê çûne Qendîlê.

Şandeyeke ku jinên Başûrê Kurdistanê pêk hatî ku di nav wan de Tevgera Jinên Azad a Kurdistanê, Yekîtiya Jinên Kurdistanê, endamên jin ên Tevgera Goran, hevjînên Pêşmergeyên Dêrîn û aktîvîstên jin ên Silêmanî pêk hatî, vê sibehê ber bi Qendîlê, Qada Parastina Medya de bi rê ketin.

Hate gotin şandeya ku jinan pêk hatî, bi mebesta ku destekê bidine hêzên Gerîla û komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê ya bi ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de şermezar bikin, ji Sengeser a Qeledizê ber bi Qendîlê ve bi rê ketine û li Qendîlê wê daxuyaniyeke çapemeniyê bidin.