Jinan bi hev re gotin ‘NA’

Jinên ku li Kadikoyê li hev kom bûn bi hev re gotin ‘NA’. Bi sedan jinên ku di destê wan de alên ‘NA’ û ‘Hayir’ ku ji pêşiya Operaya Sureya heta Qada Kadikoyê meşiyan gotin: “Ji şer, şidet û yek kesiyê re NA.”

Jinên ku li 14 bajarên Tirkiyeyê hemwext daketin kolanan bi yek dengî gotin ‘NA’. Ji van bajaran jî bi sedan jin li Kadikoy a Stenbolê hatin cem hev, bi meşa girseyî ya lidar xistî ve li dijî rejîma yek kesî bersiva ‘NA’ dan.

Di maşa Parlemeter HDP’ê Fîlîz Kerestecîgolû û Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Koçgîgît jî refên pêş de cih girtibûn, pankarta xemrî ya li ser “Jin bi hev re dibêjin NA” vekirin, dowîzên “Berxwedana jinan wê, wê qesrê mohr bike”, “ Ji yek kevîrî û yek kesî re jî NA”, “Ji bo azadiyê NA” bilind kiribûn. Jinên ku bi nepoxên ku NA û Hayir li ser nivîsandibû û alên li ser NA hebûn rengên cuda dan kolanan, bi yek dengî dirûşmên “Jin, jiyan, azad”, “Jin bi hev re bi hêz in”, “Bilind bike bilind bike dengê Na bilind bike”, “Ha ha ha Na”, “Jin azad bibin wê cîhan ji cihê xwe bilîze” , “ Ji şer, şidet û serokatiyê re Na”û “Em bêdeng nabin, natirsinin û serî natewînin” qîr kirin.

Di çalakiya gel jî piştgirî kir de, jinan silav ji Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag û hemû jinên li girtîgehan re şandin, dirûşmên “Fîgen Yuksekdag rûmeta me ye”, “ Hezar silav ji jinên li girtîgehan li ber xwe didin re” û “Bijî Berxwedana Zindanan” qîr kirin.

Piştî deqeyek ya çalakiya rûniştinê ya li sûka Kadikoyê û şûnde, li ser navê jinên ku jinên bi tilîlî û çepikan hatin Qada Kalkedonê Sevî Atalay daxuyanî xwendî. Atalay a bi gotinên: “Îro, li mal, li kar, kolanê, dibistanê, li her cihê ku NA’ya me lê bi herike ‘Em jin NA’yên xwe bilind dikin.” dest bi axaftina xwe kir wiha pêde çû: “Di rewşa heyî de meclîsekî ji sedî 85’ê wê mêr in ku jiyana me wê bi kijan yasana birêve bibin biryar dide; niha jî bi guhertina destûra bingehîn ve dixwazin vîna me radestî wijdana mêrekî bikin.”

‘HÊZA ME HEYE KU EM PÊŞIYA YEK KESÎ BIGIRIN’

Atay wiha got: “ Em 40 milyon jin in. Her ku serweriya mêran û serweriya mêr di jiyana me de zêde bibe, hêza me heye ku em vê destûra bingehî ku dengê jinan kêm bike asteng bikin.”

Jinan diyar kirin ku wê 18’ê Nîsanê dîsa li kolanan bin, çalakiya xwe bi dirûşma “Ji şer, şidet û serokatiyê re NA” bi dawî kirin.