'Em ê xeyalên wê yên siberoja azad di têkoşîna xwe de bidin jiyîn'

Koordînasyona PAJK’ê Viyan Soran a ku li dijî komploya bi ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de şermezar bike 2006’an bedena xwe dayî ber agir bi bîr anî û got, "Em ê xeyalên wê yên bi siberoja azad di têkoşîna xwe de bidin jiyîn."

Koordînasyona PAJK’ê bi taybetî li dijî komploya 15’ê Sibatê û bi giştî li dijî qirkirina li ser gel hêrs û kîna xwe diyar kir û got, ew Viyan Soran bi bîr tînin û li ber têkoşîna Viyan Soran ku bi Rêbertî re hevrêtiyeke mezin pêk aniye, bejna xwe bi hurmetdarî ditewînîn.

PJAK’ê di daxuyaniyê de wiha got: ‘’ Ji bo têkoşîna azadiya Kurdistanê û tevgera jina azad hevrê Viyan ji dema ku Rêber Apo li Imraliyê rehîn hate girtin, bûye şopgera dirûşma ‘’Bê Rêbertî jiyan qet nabe’’ û her wiha bûye pratîzekirina vê dirûşmê jî. Girêdayîbûna wê ya bi Rêbertî bi hezkirin û azaweriya wê ya azadiyê ve girêdayiye. Ji ber ku hevrê Viyan wate û lêgerîna azadiyê, rê û rêbazên wê di tevgera Apoyî de dîtiye û her wiha tehmkirina azadiyê û hilmijandina azadiyê di hilmijandina felsefeya Rêber Apo de dîtiye. Ji bo vê jî dema ku li ser Rêbertî tecrîda di nav tecrîdê de hate danîn û jehrdayin kete rojevê helwesta pêşî ya li dijî vê, bihistyariya herî mezin heval Viyan nîşan da. Ji ber ku ne xwedî derfetan bû  ku li dijî dijmin hêrs û kîna xwe bi çalakiyeke dî li dar bixe, girêdayîbûna heval Viyan a ji hêla giyan, raman û hîsî ya bi Rêber Apo re ku qet ji vê şaş nedibû, helwesta wê ya di nav jiyanê de û rengê tevlêbûna wê ji bo me xetek e. Tam jî di rewşeke wiha de ku dijmin hewl dida jiyaneke dûrbûna fizîkî ya Rêbertî normalîze bike, ev helwesta ku van ferzkirinên marjînal red kirî, di nav tevgera me de bûye sembola vexwendina bihistyariyê.

Ji hêlekê ve bi kîneke wiha tije bû ku careke dî ranedigirt ku 15’ê Sibatê pêşwazî bike û ji hêla dî ve jî xwest ku vê roja reş bi agirê dilê xwe ronî bike. Teqez e ku îro dema ku mijar jiyan û şertên Rêbertî be, di bin pêngav û helwestên herî tund ên milîtanên Apoyî de hêza banga mezin a xwedîderketiya li Rêber Apo ya hevala Viyan heye. Bêguman ew jî yek ji şopgera hêza banga çalakiyan bû ku bi dirûşma ‘’hûn nikarin roja me tarî bikin’’ dest pê kiribû.

Ji dema ku dîlgirtina Imraliyê dest pê kirî û vir ve, em weke tevgera jinan azadiya fizîkî ya Rêbertî weke azadiya xwe me dît û em ê wiha bibînin jî. Hevala Viyan bû çirûska vê hişmendiyê, ev wate hembêz kir û ev armanc pratîze kir. Ji ber ku em gihaştibûn Rêbertiyeke wiha ku ji hêla dîrokî û civakî ve hevaltiyeke rasteqîn bi jinê re dikir, rê nîşan dida,  pirsgirêkên pêşketina jinê weke pirsgirêka sereke didît û çareserkirina vê weke xetekê ji xwe re esas digirt û têkoşîna azadiya jinê dikire taca vê tevgerê. Heval Viyan ku wateya vê ji kûr ve hîs kiribû û di xwe de dabûn rûniştandin, ev  hevrêtiya Rêbertî û jinê bi hîsên xwe yên bêguneh û xwerû, bi hişmendiya ku ji sîstema dinyayê ya ji berjewendiyê şuştî û dinyaya xwe ya wateyê pêşwazî dikir. Ji bo vê jî ji bilî yekîtiyeke xurt di navbera jinê û Rêbertî de, ti tercîheke dî ya jiyanê bala wê nekişand û ti caran qîme xwe jî pê neanî.’’

Koordînasyona PAJK’ê bi berdewamî whia got:

‘’Hevala Viyan ji keveneşopiya berxwedanê ya Başûr hatiye, bi niştimanperweriya ku ji  Leyla Qasim mayî mezin bûye, di eniyên PKK’ê de bûye hevrêya Sara û Nûdayan, milîtaneke wiha bû ku gewherê berxwedaan Zîlan û Semeyan ragirtibû. Ew jineke Kurdistanî bû ku Silêmanî gihandiye Botanê, Hewlêr gihandiye Hewreman, Zaxo gihandiye Dêrikê, ji xwecihtiyê qevaztiye, li dijî polîtîkaya dijmin a dabeş bike, parçe bike, bi rê ve bibe, bi hîsên niştimanparêzirê netewebûn bi dest ve anîbû. Ya herî girîng jî heval Viyan li gel Enfal, koçberî, mirin û talana li Başûr jî, li dijî xeta ku bi dijmin re hevkariyê dike bûye xwedî kîneke mezin û sereqat bi wê armancê bûye ku ji van tolê bihilîne. Ji bo vê jî helwest û çalakiya wê ya li dijî komployê ji van ne qut bû. Heke îro li Başûr, di nav gelê me de hin şiyarbûnek çêdibe û li dijî wan ên ku bi dihjmin re hevkariyê dikin, li ser esasê welatparêziyê heke kêm jî be helwestek hebe, ev bi zaroyên wan ên esîl ên weke heval Viyan in. Ji bo ku tevgera Apoyî bigihîne Başûr û ji bo ku bibe ji jinên êşkişandî re bibe hêvî tim di nav hewldaneke mezin de bû ku tevgera azadiyê bibe van xakên qedîm. Ji ber ku hevrê Viyan weke Hakiyan, di hişmendiya vê tevgerê de hatibû strandin ku çendî ked bidana jî her xwe deydar didîtin.

Di rewşeke wiha de ku hewl dida weke jinekê pêşengiyê ji şoreşa Başûr re bike, li pêşberî tespîta Rêbertî ku digot, ‘’Şoreşa Başûr şoreşa jinê ye’’ kelecaniyeke zarokane pê re çêdibe û her wiha, bi wêrekiya ciwanan a ku nikare were astengkirin û zeraqiya xwe, bi giyanê xwe yê bihistyar ê jinê, ji eniya xwe sond xwariye ku bibe bersiv ji vê tespîtê re. Jixwe ji roja pêşî ya tevlêbûnê pîvana azadiya jinê azadiya civakê ye pir bi cidî pêşwazî dike û jiyana xwe jî li gorî vê ava dike. Di rêya azadbûnê de çi tiştê ku divê werin kirin, dike. Ji bo wesfên pêşengbûnê bi dest ve bîne, dibe şopdarê geşedanê û zoriyan radigire. Ji bo vê jî hevaleke me ya wiha ew qasî wêrek, ew qasî bêtirs û radîkal bû. Bi kûrbûna xwe ya di partîbûyinê de, bi helwesta xwe ya tûj, di asta herî pêş de di pêkanîna xeta Rêbertî de û bi hevrêtiya xwe ya xurt di ji nû ve avakirina PKK’ê de di asta herî bilind de peywir û berpirsyarî girtiye û li dijî her cure planên tasfiyekirinê bûye mîlîtana heqîqetê.

Îro talokeya li ser Rêbertî berdewam dike û planên ku li dijî gelê Kurd hatine amadekirin bi awayekî çavsor dixwazin pêk bînin. Heval Viyan ku bêdengiya li dijî zilmê weke aqil û ûcdanê qeşagirtî şîrove dikir, qewîtiya wê ya herî sereke ew bû ku berxwedaneke wiha ku zilmê hilweşîne were nîşandan. Ji ber ku bêdengmana li dijî zilmê tê wateya pejirandina tiştên ku dibin. Di nameyên xwe de diyar kiribû têkoşîna zarokan a ku di destê xwe de keviran hildigirin û davêjin dijmin jî pir watedar e, di çavê wan zarokan de hêviyê dibîne, bang li her beşî her deverê dikir ku bi hev re ji pêvajoyê re bibin bersiv. Îro jî ku li dijî Rêbertî taloke hene, li ser gelê me û milîtanên pêşeng operasyonên îmhayê têne kirin, tam jî di rewşeke wiha de weke Viyan ji hêla ramanî, ûcdanî ve, bi hemû şaneyên xwe ve dive bersiv were dayin. Wê demê têkoşîna me ya azadiyê wê weke govenda ku heval Viyan pir jê hez dikir, bi çoşdariyeke mezin bibe û ber bi serketinê ve gava xw bavêje. Ji bo vê jî di serî jinên Kurdistanê û raya giştî ya bihistyar, em bang li hemû kesî dikin ku hiş û dilê wan li gel mirovahiyê ye, xwedî li pêvajoyê derkevin û komployên mezin bi kîn û tolhildaneke mezin a weke ya Viyan pêşwazî bikin. Em weke PAJK’ê sond dixwin ku em ê di rêça vê kesayatiya milîtan de bin ku di dîrokê de kêm têne dîtin û em ê xeyalên wê yên azadiyê di têkoşîna xwe de bidin jiyîn."