Dogû: Divê em ji yekrengiya faşîzmê re bêjin NA

Endama Rêveberiya PAJK'ê Çîgdem Dogû: Li dijî vê sîstema ku jiyana me, ciwanên me, jinên me tine dike, divê em bêjin NA. Yekrengiya faşîzmê wê bê têkbirin, pirengiya gelan û jinan, cihêrengiya azadîparêz wê bi ser bikevin.

Endama Rêveberiya Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) Çîgdem Dogû bersiv da pirsên ANF'ê yên li ser rojevê.

Dogû di destpêka axaftina xwe de referandûma 16'ê Nîsanê nirxand û diyar kir, referandûm şerê navbera xeta netewe-dewlet û xeta neteweya demokratîk e.

Dogû bal kişand ser eniya NA û got, "Ev enî ji beşeke bi tenê pêk nayê. Ji gelek derdoran, gelek hêzên li hemberî hev pêk tê. Cihêrengî û hêzên li hemberî hev, di eniyek berfireh de li hev civiyan e. Ev ne eniyeke hatiye rêxistinkirin û li hev civandin. Lê belê hemû jî li dora dengê 'NA' li hev civiyan e. Ev enî roj bi roj mezin dibe. Li gel şert û mercên newekhev ên propagandayê jî berfireh dibe. Hemû derfetên dewletê êu medya ji bo 'erê' hatine seferberkirin. Eniya 'NA' bi derfetên xwe yên kêm li hemberî îşkence, girtin, lînç û êrîşên dewletê, artêş û polîsan xebatên xwe meşandine."

Dogû di dewama axaftina xwe de destnîşan kir, ku eniya NA nîşan daye ku kombûna li hev a cihêrengiyê, hêza gelan emzin dike, pozîzyoneke xurt li dijî faşîzmê derdixîne holê. Dogû diyar kir, eşkerekirina hêza hevgirtî ya jinan, hêza komunal a hevpar û xurtkirina vê hişmendiyê, ji destketiyên herî girîng ên pêvajoyê ne.

Çîgdem Dogû anî ziman, sîstem di nava pêvajoyeke şikestinê de ye û ev guehrtina destûra bingehîn û referandûm weke operasyoneke rizgarkirinê ji vê şikestinê ketiye rojevê.

Dogû ragihand, eniya 'NA' gava destpêkê ye û got, "Ya girîng ew e ku piştî referandûmê em ê çawa bijîn, wê sîstemek çawa ya rêveberiyê be, gel wê çawa di nava hevparî, wekhevî û azadiyê de bijîn, jin wê çawa karibin bi rengekî azad û wekhev bijîn. Bersiva ji bo van pirsan girîng e. Destûra Bingehîn a berê ya 90 salî û rejîma Tirkê Spî nebû çareserî. Rejîma Kesk a ku bi AKP'ê re kete rojevê jî derket holê ku ne çareserî ye. Lazim e em sîstemeke rêveberî-jiyaneke azad û bi rûmet a li jin û gelan tê û alternatîf e, ava bikin. Ji ber ku rewşa piştî referandûmê rewşeke li benda çareseriyê ye, wê têkoşîn dewam bike. Yekrengiya faşîzmê wê bê têkbirin, pirengiya gelan û jinan, cihêrengiya azadîparêz wê bi ser bikevin."

'SIBEROJA AKP'Ê NÎNE, DIVÊ PDK BES XWE BISPÊRE AKP'Ê'

Dogû bal kişand ser helwesta PDK'ê ya li ser referandûmê, ku partiyên nêzî wê piştgiriyê didin dengê 'erê' û ev nirxandin kir: "Mixabin PDK di rewşa heyî de yek ji fakotrên herî girîng e ku AKP'ê diparêze û li ser piyan digire. Eger hûn PDK'ê ji nava AKP'ê derxînin, wê tiştekî zêde li holê nemîne. Li gorî texmînan, hin peymanen aborî, siyasî û leşkerî di navbera wan de hene, lê detayên van peymanan baş nayên zanîn. Her du jî ji bo li ser piyan bimînin xwe dispêrin hev. Yek biçe, yê din jî wê bikeve. Pozîsyon ev e. Rêbaza siyaseta noker a demdirêj, di heman demê de rê li ber mehkûmiyetê vekiriye. Dibe ku ji bo dema ku ji aliyê pere ve hinek hatineyên xwe hebe, lê belê qezenceke cidî nîne. Herî dawî di nîqaşên li ser serxwebûna Kurdistanê, li ser daliqandina ala Rêveberiya Kurd li Kerkûkê de, dewleta Tirk ew helwesta xwe ya biçûkxistinê, niyeta xwe ya rast careke din bi zelalî nîşan da."

Dogû anî ziman, divê PDK vê yekê bibîne, bi lez rêbaza xwe biguehrîne û got, "Hevkariya bi hêza bingehîn a polîtîkayên qirkirin û mêtîngeriya Tirk tê wateya qedandina xwe bi xwe."

Dogû got, "Siberojeke AKP'ê nîne, lazim e PDK vê fêhm bike û xwe bes bispêre AKP'ê. Divê ji neteweya xwe, ji gelê xwe hêzê bigire û afirandina yekîtiyê esas bigire."

DIVÊ GELÊ ME LI HER CIHÎ XWEDÎ LI BERXWEDANA ZINDANAN DERKEVE

Endama Rêveberiya PAJK'ê Çîgdem Dogû işaret bi grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiyeyê kir û hemû berxwedêr silav kir. Dogû destnîşan kir, ku berxwedana zindanan di nava têkoşîna wan de tê wateya hebûna wan û hebûna hişmendiya azadiyê. Dogû got, "Berxwedana zindanan a Mazlûman, Ferhatan, Kemalan, Xeyriyan û Sarayan ev rastî nîşanî me dan. PKK û PAJK ji xwe partiyên vê kevneşopiyê ne. Ev kevneşopî niha di serî de li Îmraliyê ji aliyê Rêber Apo, ji aliyê hemû hevrêyên me yên girtî bi fedakariyeke mezin tê meşandin.

Pêwîste ev berxwedan bi hêzeke xurt a têkoşînê were pêşwazîkirin. Li gelek cihan gelê me bi çalakiyan xwedî li vê berxwedanê derdikeve. Ji meşan heta grevên birçîbûnê gelek çalakî tên lidarxistin."

Dogû destnîşan kir, ku ev çalakî girîng in, lê belê ji ber asta krîtîk a grevên birçîbûnê têrê nakin.

Dogû bi berdewamî li ser grevên birçîbûnê wiha got: "Ji bo kesek nemire, ji bo daxwazên siyasî û rojane yên berxwedêrên zindanê pêk werin, girîng e ku dînamîzma têkoşînê ya xurtir were avakirin. Ji bo vê jî aktîf-pasîf gelek rengên çalakiyê divê di nav hev de werin kirin. Ji bo bihîstyariyek were çêkirin divê em ling bidin propagandayê. Her wiha divê ji bo hin saziyên hiqûq-edelatê werin aktîfkirin divê zext were çêkirin. Hewce bike divê hin dever werin dagirkirin, divê mirov bibe dengê girtiyan, dengê wan bigihîne hemû dinyayê. Girtiyên azadiyê rûmeta me ne, ûcdan û hebûna me ne. Her kes divê di eniya xwe de xwedî hewldaneke mezin be. Divê neyê jibîkirin xeleke girîng a serkeftina berxwedana zindanan têkoşîn û destek e derve ye. Ji bo vê jî tişta ku ji dest me tê û jê wêdetir divê em bikin û serkeftinê teqez bikin."

Dogû bal kişande ser komkujiyên dewleta Tirk ên li Bakur û wiha got: "Em bi rastiyeke dewletê ya wiha re hevrû ne ku pratîka zindana Amedê li ber çavan e û pratîka wê ya li Cizîr, Nisêbîn, Sûrê hê di bîra mirov de zindî ye. Ji bo vê dewletê Kurdê çak Kurdê mirî ye. Ji bo vê jî şaş e ku mirov ji dewletê bipê ku bihistyar be û hewlesteke berpirs nîşan bide. Divê berxwedana zindanê bigihije asteke wiha ku gel lê xwedî derdikeve, li hundir û derve divê bibe hêmaneke zextê da ku dewlet hin gavan bavêje. Ji bo vê jî girîng e ku ji derveyî zindanê mirov bibe destek û ev destek her roj were xurtkirin."

CPT Û SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ DIVÊ BI LEZGÎNÎ ŞANDEYEKÊ BIŞÎNININ, ZEXTÊ LI DEWLETA TIRK BIKIN

Dogû bal kişand ser sersariya li ser mijara greva birçîbûnê û got ev ji lihevkirina li ser qirkirina Kurdan pêk tê. Dogû wiha got: "Sersarî li ser lihevkirina qirkirina Kurdan pêk tê. Weke dewleta Tirk hin sazî û dezgehên navnetewî jî heman helwestê nîşan didin. Ji bo ku ev sazî li gorî sedemên damezirîneriya xwe tevbigerin di nêzîktirîn demê de divê berxwedana gel were avakirin. Hilweşandina dîwarên qirkirinê tenê bi berxwedana hevrêyên me yên li zindanê nabe, divê ev berxwedana zindanan bi berxwedana gel re were yekkirin, were berbelavkirin û bi çalakiyên cuda were dewlemendkirin. Seraqet nivîsîna daxwaznameyan, çalakiyên rûniştinê, çalakiyê dagirkirinê, bi taybetî jî ev li Ewropa girîng in.

Helbet a esas ew e ku bêriya ku ev werin kirin divê ev sazî peywira xwe pêk bînin, bihistyar bin, şandeyekê çêbikin, di serî de Imralî bişînin Tirkiyê da ku zindanan bişopînin, bi girtiyan re hev bibînin, li wan guhdar bikin, bi giştî divê xwedî hewlesteke wiha bin ku pirsa Kurd bibînin û di vê biwarê de berpirsî tevbigerin. Bi vî rengî divê zext li ser dewleta Tirk were avakirin û di çareseriya pirsê de bibin xwedî rist."