Demîrel: Bila piştgiriya me ya li dijî şîdetê her hebe

Cîgira Serokê Koma HDP'ê Demîrel, êrîşa li Meclîsê ya li jinan hat kirin, şermezar kir û got, "Hêvîdar im wê têkoşîn û piştgiriya me ya li dijî şîdetê her hebe."

Cîgira Serokê Koma HDP'ê Çaglar Demîrel, ku niha li Girtîgeha Tîpa F ya Kandirayê ye, ji bo parlamenterên din ên li Meclîsê êrîş li wan hat kirin, peyamek piştgiriyê şand.

Demîrel di peyama xwe de got, "Mixabin 2 roj beriya hevdîtinên li ser Destûra Bingehîn, li Civata Giştî ya Meclîsê, dîmenekî nebaş ê vê dîktatoriya ku wê ava bibe, hat nîşandan. Me bi hev re dîtin, jinên ku li her qada jiyanê şîdet li wan tê kirin, li Meclîsê bûne parçeyek ji şîdeta asayî. Xwedîderketina parlamenterên jin li çanda lînç û şîdeta nêrza a li Meclîsê veguheriye normekî, di çanda me ya siyasî de mixabin tiştekî nû ye.

Beriya her tiştî, hemû aktorên siyasî yên ku para xwe di dijberkirina civakê û afirandina rewşeke bi vî rengî de heye, şermezar dikim û berpirsyariya wan a dîrokî di vê serdema krîtîk de li bîra wan dixim.

Parlamentera Serbixwe Aylîn Nazliaka, Cîgira Serokê Meclîsê Pervîn Bûldan, parlamentera me Bûrcû Çelîk û parlamenterên CHP'ê Şafak Pavey û Melîke Basmaci bûn hedefa êrîşa desthilatdariyê. Ji wan re dibêjim, derbasbûyî be. Ez hemû hempîşeyên xwe yên li dijî van êrîşan li hev civiyan û piştgiriyeke xurt a jinan derxistin holê, bi rêzdarî silav dikim. Hêvîdar im wê têkoşîn û piştgiriya me ya li dijî şîdetê her hebe."