BI DÎMEN

Dayikên Aştiyê: Erdogan ji xwînê têr nabe!

Dayikên Aştiyê bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê wê werin ber Meclîsê û li dijî şer dengê xwe bilind bikin.

Dayik dibêjin Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ê di şer de israr dike, zarokên wan qetil dike û destnîşan dikin ku Kurd wê jiyaneke bê rûmet a li ser wan tê ferzkirin, qebûl nekin.

Ji armanca hişyarkirina hikûmeta AKP'ê ya dawî li rewşa agirbestê anî, Dayikên Aştiyê li ber Meclîsê li Enqereyê dicivin. Bi sedan dayikên ji dayikên Kurd, Tirk, gerîla û leşkeran, bi çarikên xwe yên spî wê di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bicivin.

Dayikên Aştiyê ji ANF'ê re axivîn û bang li hemû dayikan kirin ku di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de li dijî şer dakevin qadan.

JI BO ERDOGAN: KÎJAN DÎKTATOR BI REHETÎ MIRIYE?!

Nefiya Çelîk: Divê êdî hemû dayikên alîgirên aştiyê bi destê hev bigirin, ku êdî Emîne û Recep Tayyîp Erdogan bi şehadeta zarokên me re pesnê xwe nedin. Em bi rijandina xwîna ti mirovan kêfxweş nabin. Lê bila Emîne-Recep Tayyîp Erdogan jî zanibin ku dilê me wê ji mirina zarokên wan neêşê. Bila mezinahiya êşa me ku dema zarokên me li kolanan dimirin, bibiînin. Xwedê ji Erdogan re nehêle, ku xwîna zarokên me yên ciwan dirijîne. Tu agir berdide mala milet, derdê te yê bi tenê jî ew avahiya tu tê de ye! Ji bo wê avahiyê tuyê cîhanê bişewitîne? Înşalleh tuyê bi dilrehetî li wê qesrê rûnenê, tişta bi serê Saddam hat wê bi serê te jî were. Di kevirên wê qesrê de xwîna zarokên me hene. Bila Erdogan li dîrokê binêre; kîjan dîktator bi dilrehetî miriye? Tuyê bi rehetî nemire ey Erdogan, tuyê bi kefenê du metreyan biçe û em dayikên dilşewat, em ê pê li gora te bikin. Tu dibêjî belkî bi kuştinê ez ê Kurdan biqedînim, lê tu xwe dixapîne! Tu rojê 100 ciwanên Kurd bikuje jî wê 200 hebên din derkevin pêşberî te. Tu wan jî biqedîne weke dê û bav em ê li hemberî te bisekinin. Kurd wê dest ji welatê xwe bernede.

'ZAROKAN LI NAVA KOLANAN ÎNFAZ DIKIN'

Halîme Avci: Ez vê zîhniyeta ku zarokên gelê Kurd li nava kolanan înfaz dike, şermezar dikim. Ew kesê li qesrê yê ku bi şerxwaziyê êrîş dike, tola hilbijartinên 7'ê Hezîranê hiltîne. Divê êdî hin kes rabe û ji vê re bêje 'tuyê nebe serok'. Barê sîstema serokatiya Erdogan, ji vî welatî re gelekî giran e, nikare rake. Ev gel nahêle ew bibe serok. Li aliyê din li ser xwîna leşker û polîsan pesnê xwe dide. Çima? Ji ber ku leşker û polîs ne zarokên wî ne. Li Silopiyayê sivîl li malekê qetil kirin. Xwîna wan ciwanên zivîl li dîwêr ketibû. Eger ew xwîn a zarokên Emîne Erdogan bûya, wê ewqasî li ser neaxiviya.

'ERDOGAN FERMANA RIJANDINA XWÎNÊ DA'

Gulîstan Kina: Weke Dayikên Aştiyê yên Êlihê em ê biçin Enqereyê biçin pêşiya Meclîsê. Em bang li hemû dayikên li vî welatî dikin; ol, ziman, nîjada xwe çi dibe bila be, sibe li pêş Meclîsê werin cem hev û em bi hev re bêjin 'ev xwîna hîn dirijîne bila bes birije'. Erdogan zarokên xwe li Amerîkayê dide xwendin, ew jî têrê nake, li derdora her yek ji wan 50 parêzvan hene. Lê ji bo zarokên vî gelê xizan, dema diçe nan bikire, fermana kuştina wan dide. Li nava kolanan zarokên vî gelî înfaz dikin. Çavên vî kesî êdî ji xwînê têr nabe. Êdî bes e! Em destûrê nedin ku li ser xwîna leşker û polîsan siyasetê bike. Ji bo xurtkirina qesra Erdogan hînê divê çiqas xwîn bê rijandin. Emîne Erdogan ji xwe hesta dayikbûnê pê re nîne. Li şûna ku zextê li Erdogan bike ji bo bisekine, ew jî hewl dide kirasan li mirinan bike.

'KURD WÊ JIYANA BÊ RÛMET QEBÛL NEKIN'

Nûray Seçkîn: Tevî ku 30 sal in em banga aştiyê din, ev sîstema faşîst ciwanên Kurd û Tirk li hemberî hev radike. Berî 3 salan li ser banga Rêberê me kêm be jî ev şer sekinîbû. Her çend li Kurdistanê mirovên sivîl dihatin qetikrin jî cenaze neçû ji bajarên rojava. Lê belê piştî ku di 7'ê Hezîranê de 80 parlamenter derket, ev yek ji bo Erdogan bû rewşa beriya mirinê. Erdogan ê nekarî xwe li mayîndebûna aştiyê bigire, bi tank û topan êrîşî zarokên me kir. Heta niha dewletê gaveke bi tenê jî neavêtiye. Gelo em ne mirov in? Mafê me yê jiyanê nîne? Em zarokên xwe ji bo dewlet qetil bike tînin dinyayê? Binêrin Abdullah Gul daweteke bi heybet ji bo zarokên xwe çêdike, lê di heman demê de me jî cenazeyên zarokên xwe vedişart. Erdogan dibêje, 'Ez ê beton birijînim ser Kurdan û têkoşîna wan veşêrim!', Xwedê şahid e; Erdogan wê wê rojê nebîne! Çiqasî Kurdan bikuje wê ewqasî hêzeke xurttir a Kurdan li hemberî xwe bibîne. Kurd wê êdî jiyaneke bê rûmet qebûl neke."