Berdevka YJK-E'yê: Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger nekin, em ê nesekinin

Berdevka YJK-E'yê Kezban Dogan bi bîr xist ku çalakiya 15'ê Nîsanê ya li Strasboûrgê wê bi pêşengiya jinan bê lidarxistin û got, "Heta ku vê sîstema tecrîdê parçe nekin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger nekin em ê nesekinin."

BANGA JI BO ÇALAKIYA 15'Ê NÎSANÊ YA LI STRASBOÛRGÊ

Di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' ya ku 10'ê Cotmeha 2023'an di asta navneteweyî de hate destpêkirin, wê 15'ê Nîsanê li bajarê Strasboûrg ê Fransayê li pêşiya Konseya Ewropayê û Saziya Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) çalakiya rûniştinê bê lidarxistin. Ji amadekarên çalakiyê Berdevka Yekîtiya Jinên Kurd li Elmanyayê (YJK-E) Kezban Dogan têkildarî armanca çalakiyê ji ANF'ê re axivî.

JIN PÊŞENGIYÊ JI ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ RE DIKIN

Berdevka Demê ya YJK-E'yê Kezban Dogan diyar kir ku ji bo balê bikişînin ser tecrîda bênavber a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bikin wê di 15'ê Nîsanê de li pêşiya Konseya Ewropa û CPT bi pêşengiya jinan çalakiyekê bikin.

Kezban Dogan got, "Ji bo misogekirina azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe, me berê jî pêşengî ji çalakiyan re kir, em ê di vê çalakiyê de jî bi erka pêşengiyê rabin."

Kezban Dogan ragihand ku ji bo tevlîbûna xurt a li çalakiyê li gelek eyalet û bajarên Elmanyayê karên cuda têne kirin û got, "Weke YJK-E em li Elmanyayê bi rengê komun, înîsiyatîf û meclîsan bi rêxistin in. Jİ bo tevlîbûneke xurt a li çalakiya 15'ê Nîsanê demeke dirêj e em kar dikin. Karê me bi serdana mal, dikandaran û bi civînan têne meşandin. Saziyên ku em ê çalakiyê li ber avahiyên wan lidar bixin, di tecrîdê de teqez xwedî rol in. Em ê hem polîtîkayên qirêj ên Konseya Ewropayê hem jî yên CPT teşhîr bikin. Jİ bo nîşan bidin ku ew qanûnên xwe binpê dikin û ji bo erk û berpirsyariyên wan ên rakirina tecrîdê bi bîr bixin, em ê li wê derê bin."

Berdevka Demkî ya YJK-E'yê Kezban Dogan işaret bi armanca çalakiya li Strasboûrgê kir û destnîşan kir ku têkoşîna jinên Kurd a li dijî komploya navneteweyî bi rê û rêbazên cuda dewam dike. Kezban Dogan got, "Weke jinên Kurd ên li dîasporayê 25 sal in tenê dirûşmeke me heye. Em dibêjin 'Azadiya Rêber Apo azadiya me ye'. Em dibêjin, 'Ev tecrîd ne li ser Rêber Apo bi tenê ye, di heman demê de li dijî me ye'. 25 sal in tenê daxwazek me heye: Azadiya Rêber Apo bê misogerkirin û statuya gelê Kurd bê naskirin. Di vê çalakiyê de jî em ê vê daxwaza xwe bînin ziman. Em ê bang li van saziyan bikin ku li gorî armanca damezrandina xwe tevbigerin. Em ê bang li wan bikin ku di serî de Beyannameya Mafên Mirovan li gorî hemû qanûnên ku mohra xwe danîne binî tevbigerin. Em ê ji wan bixwazin ku li ber tecrîdê rabin ku tecrîd di şexsê Rêber Apo de li dijî tevahiya mirovahiyê tê kirin. Heta ku vê sîstema tecrîdê parçe nekin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger nekin, em ê nesekinin. Em ê bi vê çalakiyê careke din nîşan bidin ku Rêber Apo îradeya me ye."