1’ê Gulanê: Karker xwe amade dikin ku bikevin Taksîmê

Tevî hemû qedexeyên desthilatdariya AKP-MHP’ê, karker xwe amade dikin ku bikevin qada Taksîmê.

LI STENBOLÊ 1’Ê GULANÊ

Qada Taksîmê ya Stenbolê ku ji bo karker û kedkaran semboleke dîrokî ye tevî biryara binpêkirinê ya Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ji pîrozbahiyên 1’ê Gulanê re hate girtin. Sendîka û mûxalefet ji bo qada ku desthilata AKP’ê qedexe kiriye bi israr in.

Sendîka û mûxalefeta ku biryara qedexeyê ya Walîtiyê nas nakin dê li Saraçhaneyê kom bibin û ber bi Taksîmê ve bimeşin. Lê rêyên ku diçin Qada Taksîmê di saetên serê sibê de hatin girtin. Li kolan û cadeyên ku diçin qadê destûr nayê dayîn ku wesayît jî park bikin. Wesayîtên li otoparkên Taksîm, Şîşhane, Kabataş, Mecîdiyekoy, Şîşlî, Saraçhane, Qada Beşîktaşê û Dolmabahçeyê parkkirî bûn jî hatin rakirin. Hemû rêyên ku diçin Cadeya Îstîklalê û Taksîmê bi bariyerên polîsan hatin girtin.

Qada Taksîmê jî beriya çend rojan bi bariyerên polîsan hate girtin û hate qedexekirin.  

Li aliyê din li Beşîktaş, Beyoglû, Şîşlî, Fatîh û Kadikoyê jî konteynirên çopî yên li ser cadeyan kevir û madeyên weke wî hatin rakirin. Li van deran destûr nedan ku wesayît û personelên şaredariyê jî bisekinin.

Walîtiya Stenbolê, rêyên bejahî yên hatin girtin, guhertinên di veguhestina behr û rêyên hesînî û rêyên alternatîf aşkere kirin. Di rêyên bejahiyê de sînordarkirinan saet 04.00’an di veguhestina behr û rêyên hesînî de jî saet di 05.30’an de destpê kir.