Bîngol: Êrîş nikare me ji daxwaza azadiyê dûr bixe

Ji Komîteya Amadekar a Çalakiya Nobeda Azadiyê Zulfu Bîngol, têkildarî êrîşa faşîst got, "Ev êrîş nikare me ne ji Rêberê me û ne jî ji daxwaza me ya çareseriya demokratîk, aştiyane dûr bixîne" û banga xwedîderketina li çalakiyê kir.

Çalakiya Nobeta Azadiyê ya bi armanca rakirina tecrîdê û misogerkirina azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ev 12 sal in bênavber  li bajarê Strasboûrg ê Fransayê dewam dike. Faşîstên Tirk êrîşî noqteya çalakiya Nobeda Azadiyê kirin. Di dema êrîşê de posterên “Ji Ocalan re Azadî” û wêneyên Abdullah Ocalan hatin qetandin.

Ji Komîteya Amadekar a Çalakiyan Zulfu Bîngol der barê êrîşa ku zerara madî de pêk hat, diyar kir ku êrîş di nava rojê de pêk hatiye û êrîşkaran ji wan re gotiye, "Em hatine tola Brukselê hilînin."

Zulfu Bîngol got, “Em dibêjin ku rêya çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd di Îmraliyê de derbas dibe, Rêberê me îradeya me ye û bêyî misogerkirina azadiyê çareseriya demokratîk ne pêkan e. Dewleta Tirk hewl dide şerê li dijî Kurdan li her derê kûr bike. Divê gelê Tirk baş bizanibe ku ev şer ne tenê li dijî gelê Kurd tê meşandin, gelê Tirk jî zerarê dibîne. Sedema kûrbûna krîza civakî û aborî ev şerê li dijî Kurdan e. Em dixwazin şer bi dawî bibe û mafên Kurdan bên naskirin. Ev êrîş nikare me ne ji Rêberê me û ne jî ji daxwaza me ya çareseriya demokratîk û aştiyane dûr bixe. Em bang li gelê xwe yê welatparêz ên li Ewropayê û dostên gelê Kurd dikin ku hîn xurttir xwedî çalakiya me derkevin.”