BI DÎMEN

Şehîdên Meha Gulanê li Chûr û Lînzê hatin bibîranîn

Şehîdên Meha Gulanê li Chûr û Lînzê bi çalakiyan hatin bibîranîn.

ŞEHÎDÊN MEHA GULANÊ

Li bajarê Chur ê Swîsre û Lînz ê Awûstûryayê ji bo Şehîdên Meha Gulanê çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin.

CHÛR

Bîranîna ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (CDK) a Chûrê hate lidarxistin bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên Gulanê destpê kir.

Li ser navê Însiyatîfa Jinan a CDK’ê ya Chûrê Nahîde Yildiz axivî û bal kişand ser keda şehîdên Gulanê ya ji bo têkoşînê. Nahîde Yildiz ku bi dehan şehîdên meha Gulanê bi navên wan bi bîr anî û got, "Em deyndarê şehîdên xwe ne û divê em dilsozê bîranînên şehîdên xwe yên têkoşîna azadî û şoreşê bin."  

Hevserokê CDK'ê yê Chûrê Kureyş Doymaz bi bîranîna Şehîdên Gulanê dest bi axaftina xwe kir û bal kişand ser pergala tecrîd û ûşkenceya ku zêdeyî 3 sal in li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin. Doymaz diyar kir ku heta pêngava "Ji Abdullah Ocalan re Azadî, Çareseriya Pirsgirêka Kurd" bi ser bikeve ew ê li qadan bin.

Bîranîna ku xizmên şehîdan jî mafê axaftinê girtin û axaftin kirin. Piştî pêşandana sînevizyonê bi dirûşmeyên “Şehîd namir” bi dawî bû.

LÎNZ

Li Navenda Çanda Kurd a bajarê Lînz ê Awûstûryayê bi beşdariya nûnerên Awûstûrya yên Tevgera Civaka Demokratîk (HBDH) a Awûstûryayê bi çalakiyekê Şehîdên Gulanê hatin bîranîn.
Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û sînevîzyon hate pêşandan.

Piştre Berdevkê KCDK-E Awûstûrya Xeyrî Serhat li ser girîngiya meha Gulanê ya ji bo şoreşa Kurdistanê axaftinek kir. Serhat got, “Di dema ku Tevgera Azadiya Kurdistanê hê di merheleya xwe ya destpêkê de bû, di meha Gulanê de lehengên gelê Kurdistanê, şehîd bûn. Ji her demê zêdetir pêwîstiya gelê Kurd bi yekitî û hevgirtinê heye û divê têkoşîna xwe berfirehtir bike. Li ser vî esasî divê her kes rastiya şehîdan kûrtir fêm bike, bijî û têkoşînê berfireh bike.

Bîranîn bi dirûşmeyên ji bo şehîdan hatin berzkirin bi dawî bû.