BI DÎMEN

Katî Pîrî: Divê li ser Çapemeniya Azad zextên siyasî neyên kirin

Ji Meclîsa Nûneran a Hollandayê Katî Pîrî bertek nîşanî êrîşa polîsan a li ser Stêrk TV û Medya Haber ên Belçîkayê da û got, "Divê li ser Çapemeniya Azad zextên siyasîneyên kirin."

Raportora berê ya Parlamentoya Ewropayê ya Tirkiyeyê Katî Pîrî ji televîzyona Medya Haberê ji Erem Kansoy re axivî û êrîşên polîsan ên şeva navbera Duşem û Sêşemê yên li Denderleeuwê li ser studyoyên çapemeniya Kurd rexne kir.

Katî Pîrî da zanîn ku divê rêz nîşanî azadiya çapemeniyê bê dayîn û got, “Li bajarê Den Haag ê Hollandayê ku ez lê dijîm derdora 30 hezar Kurd hene. Hebûna çapemeniya azad mafê gelê Kurd e.”

Katî Pîrî wiha berdewam kir: “Divê li Hollandayê êrîşeke bi vî rengî neyê kirin û derfet neyê dayîn. Ez hêvî dikim ku li Belçîkayê jî destûr neyê dayîn. Divê rê neyê dayîn ku zextên siyasî yên li ser çapemeniya azad bên kirin. Eger gaveke wiha bê avêtin, bêguman ev nîşaneya xirabtirbûna rewşê ye.”

Katî Pîrî wiha li axaftina xwe zêde kir: “Azadiya çapemeniyê tiştekî ku divê em hemû ji bo wê têbikoşine. Ev ji bo serweriya hiqûqê û mafên mirovan pir girîng e. Li Hollandayê, em hewl didin xwedî li radyo û televizyonê yên ku dikarin azad weşanê bikin, derdikevin. Nemaze ji bo civakên ku nikarin ji azadiya çapemeniyê sûd werbigirin. Ez ji dil hêvî dikim ku kedkarên çapemeniya Kurd ku bi salane di çapemeniyê de dixebitin, careke din tiştekî bi vî rengî nebînin.”