Li Tîrol’ê meşa ji bo Şoreşa Rojava û şahî
Li eyaleta Tîrol a Awûstûryayê bi wesîleya salvegera Şoreşa Rojava, meş û şahî hat lidarxistin.
Li eyaleta Tîrol a Awûstûryayê bi wesîleya salvegera Şoreşa Rojava, meş û şahî hat lidarxistin.
Ciwanên Kurdistanî û dostên wan bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Innsbruck li ber peykerê Annasaule kom bûn û beriya bimeşin, peyamên ji bo pîrozkirina Şoreşa Rojava xwendin.
Li ser navê Navenda Civaka Kurd Halîm Varto axivî û ev tişt diyar kir: “Divê xeta xiyanetê were dîtin û gelê Kurd li dijî vê yekê helwesteke zelal nîşan bide.”
Meş li ber peykerê Annasaule destpê kir û ji Cadeya Maria Terresia heta Walterpark’ê dewam kir.
Di meşê de bê navber dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.
Piştî meşê, li lokala komeleyê bi muzîk û govendan şahî hat lidarxistin.