Li standa îmzeyan a li Krefeldê coşa 15’ê Tebaxê

Jinên ku vê hefteyê standa îmzeyan a li Krefeldê dewr girtin, bi govend û tilîliyan 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê pîroz kirin.

Vê hefteyê Komuna Jinê ya Şehîd Tîjda Ekecîk a Grevenbroîch û enternasyonalîstan piştgirî dan standa îmzeyan a ji aliyê Meclîsa Şehîd Ûgûr Şakar ve li bajarê Krefeld ê Elmanyayê hate vekirin.

Li standa îmzeyan a ku demeke dirêj e bi armanca derxistina PKK’ê ji lîsteyên qedexe yên Yekîtiya Ewropayê tê danîn, jinan Pêngava 15’ê Tebaxê ku weke Cejna Vejînê tê pîrozkirin, bi govend û tilîliyan pêşwazî kirin.

Jinan ku dirûşmeyên “Bijî Rêber Apo”, “Bijî Kurdistan” û “Jin jiyan azadî” berzkirin, her wiha behsa Festîvala Çanda Kurd a ku tê plankirin di 17’ê Îlonê de li Hollandayê bê lidarxistin kirin.