BI DÎMEN

Li Elmanyayê êrîşên komên nijadperest hatin protestokirin

Li gelek navendên Elmanyayê êrîşên komên faşîst ên AKP-MHP’ê yên li Balçîkayê li dijî malbatên Kurd ên ji pîrozbahiya Newrozê vedigeriyan, bi çalakiyan hatin protestokirin.

Li bajarê Leûven ê Belçîkayê, komên nijadperest ên Tirk êrîş birin ser malbatên Kurd ên ji pîrozbahiya Newrozê vedigeriyan. Êrîşa komên nijadperest ên li dijî malbatên Kurd li bajarê Leîpzîg, Frankfûrt, Gîessen û Darmstadt ê Elmanyayê bi çalakiyan hatin protestokirin.

LEÎPZÎG

Duh li bajarê Heûsden-Zolder ê herêma Lîmburg a Belçîkayê, Kurdên ku piraniya wan malbatên Rojavayî ne, rastî êrîşa bi sedan nijadperestên AKP-MHP’î hatin. Gefa şewitandinê li dehan kesên li malekê dijiyan hat xwarin. Di êrîşan de gelek kes birîndar bûn ku rewşa yek ji wan giran e. Li ser banga Federasyona Kurdistaniyên Azad ên rojhilatê Elmanyayê (FED-KURD) bi dehan Kurdistanî û dostên wan ên Kurd li dijî êrîşên li ser Kurdan li Gara Trenê ya navendî ya Leîpzîgê hatin ba hev.

Li ser navê girseya ku alên YPG û YPJ’ê hilgirtin bi zimanên Elmanî û Îngilîzî daxuyanî hatin dayîn û hikûmeta AKP-MHP’ê û dewleta Tirk hatin şermezarkirin. Di çalakiyê de dirûşma "Bijî Serok Apo" hat berzkirin.

FRANKFÛRT

Bi dehan Kurdistanî li Gara Trenê ya Navendî ya Frankfûrtê li hev civiyan û ji bo dilsoziya bi malbatên Kurd ên ku li bajarê Heûsden Zolder ê Belçîkayê di Newrozê de rastî êrîşên nijadperest ên çeteyên AKP-MHP'î hatin, protesto kirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku polîsên Belçîkayê der barê çeteyên nijadperest de tu lêpirsîn nedaye destpêkirin û divê saziyên ku li hemberî vê hovîtiyê bêdeng mane demildest tevbigerin.

Kurdistanî piştre bi dirûşmên "Çeteyên Erdogan bicehemin", "Bimre Erdogan" û "Bijî berxwedana gerîla" ber bi qada Hauptwacheyê ve meşiyan.

GÎESSEN

Êrîşên li dijî Kurdên li Belçîkayê li bajarê Gîessen ê Elmanyayê bi çalakiyeke protestoyî hatin şermezarkirin. Kurdistanî û dostên wan êrîş protesto kirin û peyamên hevgirtin û yekîtiyê dan.

Nûnerên civaka Kurd ên li Gîessenê diyar kirin ku divê ewlekariya Kurdan û kêmneteweyên din ên li Elmanyayê dijîn were parastin û ji hikûmeta Elman û civaka navneteweyî xwestin ku êrîşên bi vî rengî şermezar bikin û tedbîran bigirin.

Xwepêşandanên li dijî êrîşên li dijî Kurdan ên li Belçîkayê yên li Elmanyayê, hesasiyeta civaka navneteweyî ya li hemberî bûyerên bi vî rengî yên tund nîşan da û careke din girîngiya peyamên yekîtî û hevgirtinê hate destnîşankirin.

DARMSTADT

Êrîşa faşîstên AKP-MHP'ê ya li dijî gelê Kurd ên duh ji pîrozbahiya Newrozê ya li Belçîkayê vedigeriyan, li Darmstadtê jî hate protestokirin. Di çalakiya protestoyî ya bi dehan Kurdistaniyên ku li Lûîsenplatzê hatin ba hev, danezana Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropayê (KCDK-E) bi zimanê Elmanî hat xwendin.

Piştre jî Hevserokê Federasyona FCDK-KAWA Mehmet Çopan axaftinek kir. Çopan armanca çalakiyên xwe nirxand û got: “Di qonaxeke ku qadên Newrozê yên ku bi milyonan kes bi coşeke mezin û bi ruhê berxwedanê li çar aliyên Kurdistanê qadan dagirtin, bi tevlîbûn û xwedîderketina gel veguherî berxwedaneke mezin a gel. Bi sed hezaran li Ewropayê, faşîstên dewleta Tirk careke din rûyê xwe yê qirêj û barbar li Belçîkayê nîşan dan. Ev ne êrîşa yekem e; her kes dizane. Bi êrîşên bi vî rengî yên li dijî mirovahiyê nikarin gelê Kurd bitirsînin.”

Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî PKK", "Bijî berxwedana gerîla", "Faşîst Erdogan" û "Qatil Erdogan" hatin berzkirin.

KASSEL

Li Kasselê jî Kurdistanî daketin qadan û êrîşên nijadperest ên li dijî malbatên Kurd protestokirin. Çalakî bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Înternatînalîsîche Jugend hat lidarxistin. Ciwan bi dirûşmeyan li qadên bajêr meşiyan û peyama, “Weke ciwanên Kurd em li vir in, em ê bêdeng nemînin.” dan.

STÛTTGART

Ciwanên Kurdistanî li Kobanê Platz (Schlossplatz) a li navenda Stûttgartê li hev civiyan û êrîşa nijadperest bi meşekê protesto kirin.

Bi sedan ciwan bi berzkirina dirûşmên "Tolhildan", "Bimre faşîzm", "Bijî Serok Apo" û "Kurd li vir in, Faşîst li kû ne?" berz kiri û meşiyan.